Ji ber sarmayê Gola Çildirê cemed girt
- 09:19 27 Kanûn 2017
- Rojane
ERDEXAN - Ji ber sarmaya zêde gola Çildirê cemed girt. Gola ku her sal ji payizê de cemedê digire piştî ku havîn tê şûn de cemeda wê dihele.
Gola Çildirê ku li kurdistanê bi meznahiya xwe di rêza duemîn de cih d ser û binê wê ji ber sarmayê cemed girt. Gol bi xweşikbûna xwe mirovan bi bandor dike û her demsalê derdorên golê bi welatiyan ku tên temaşekirina vê gotê tijî dibe. Gola ku bi taybetmendiya xwe ya ji ber sermayê cemed digire tê naskirin wekî her salê vê salê jî ji payizê de cemed girt.
Gola ku 14 cûreyên masiyan tê de hene, masîvanan li hemberî cemedgirtina golê jî dev ji nêçîra masiyan bernedan û bi rêbaza helandina cemedê û kolandina wê hewl didin ku neçîra xwe berdewam bikin. Welatiyên Erdexanê diyar kirin ku di nava salê de piştî havîn diqede gol 7-8 mehan cemedê digire û kese nikare ava golê bibîne.
Her sal di demsala zivistanê de li ser Gola Çildirê ku navdar eMîhrîcana Navneteweyî ya Pêşbaziya Hespa Zêrîn tê lidarxistin.








