ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 27 Kanûn 2017
- Rojev
*Hevseroka Herêma Cizîrê Hîva Erbo derbarê sala 2017'an de nirxandin kir û wiha got:"Bi hatina sala 2018'an dê jin careka din mohra xwe li dîrokê bixe. Ji bo kelecana me û hêza me mezintir bibe em ê rêxistina jinê xurtir bikin û sala 2018'an bi serkeftina jinê bixemilînin." BI DÎMEN
*Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Evîndar Dêniz pêşketinên leşkerî yê dawî û pêngava Bagera Cizîrê nirxand û wiha got:" YPJ hêz û îradeya jinê ye. " BI DÎMEN
*Ji ber sarmaya zêde gola Çildirê cemed girt. Gola ku her sal ji payizê de cemedê digire piştî ku havîn tê şûn de cemeda wê dihele. BI DÎMEN
*Bertekên li dijî KHK a hejmara 696 a pêkanîna cilên yekreng ferz dike, zêde dibin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku divê gelên Tirkiyeyê KHK’yan vala derxînin û got: “Cilên yekreng kê pêşniyar kiriye bila derkevin bêjin.” BI DÎMEN
*Zekiye Polat tevî temenê xwe yê mezin bi wesayetek berhevkirina kaxizan li her derê bajar digere. Zekiyeyê diyar kir ku gelek nexweşiyên wê hene û êdî lingên wê ne wê ne wesayeta wê dikare hilgire û banga piştevaniyê li her kesî kir. BI DÎMEN
*Hediye Encu ya di komujiya Roboskî de kurê xwe yê 15 salî Şivan Encu wenda kir, got: “ Şivan ne tenê kurê min, dost û rêhevalê min, her tiştê min bû.”
BI DÎMEN
*Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu pêkanîna kadroyê ya bi şerta ‘ezmûnê’ ya bi KHK a hejmara 969 a ji bo karkeran anîne, nirxand û got karkerên bixwazin derbasî kadroyê bibin, rastî şerta wê ji mafên xwe yên di encama dozên qezenckirinê de feragat bikin, bên. BI DÎMEN
*Xeyzan a bi şopên komkujiya di sala 1938’an de hat jiyîn de mezin bû şahidiya polîtîkayên şewitandina gundan a di sala 1980 û 1990’î kir, tevî her tiştî ji gundê xwe derneket. Xeyzanê yekane jina gund e û ji bo zarokên malbatên koçî bajaran kirine banga ‘nekevin ber lehiya bajaran, vegerin’ kir. BI DÎMEN
* Endama Lijneya Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku krîza siyasî û aborî ya li Herêma Federal a Kurdistanê tê jiyîn bi gel re şikestinek afirandiye û got: “Şoreşa Rojava ji bo gelê Başûr bû îlhama serhildanê.” BI DÎMEN








