Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo êrîşên li ser goristanan daxwiyanî da

  • 17:41 26 Kanûn 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ/EFRÎN/QAMIŞLO - Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo êrîşên Dewleta Tirk ên li ser goristanan  daxwiyanî da û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li nirxên xwe yên pîroz xwedî derkevin.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo êrîşên Dewleta Tirk ên li ser goristanan li Girkêlegê, Efrînê û li Qamişloyê  daxwiyanî da û wiha got:" Em weke malbatên şehîdan kiryarên ku dewleta Tirk li dijî şehîd û nirxên me dike em bi tundî şermezar dikin û em ê dev ji têkoşîna di rêya şehîdên xwe de bernedin. "
 
Di daxwiyaniya Malbatên Şehîdan a Girkêlegê de wiha hat gotin:
 
"Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan êrîşên Dewleta Tirk ên ku derveyî hemû nirxên mirovahiyê ye şermezar dikin. Êrîşa li ser goristanên şehîdan li ser tevahî gelan hatiye kirin. Dewleta Tirkiyeyê ketiye tengasiyê loma êrîşî hemû deran dike lê ew ê tucaran nikaribe hêza me bişkîne. Ew ê bi van kiryarên qirêj nikaribin ku bi ser bikevin. Em wekî Meclîsa Malbatên Şehîdan gazî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku xwedî li nirxên hemû gelan derkevin."
 
Daxwiyanî bi dirûşmên 'Bijî serok Apo, şehîd namirin' bi dawî bû. 
 
Li Efrînê jî Meclîsa Malbatên Şehîdan derbarê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser goristanan daxwiyanî da.
 
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Weke her car dewleta Tirkiyeyê kiryarên xwe yên ku ji hemû nirxên mirovahiyê dûrin, nû dike û derdixe holê. Ev helwesta dewleta Tirk Hîtlet, Mosolînî, Sedam û gelek rêjîmên din ên dîktator derbas kiriye. Bi kîneke tûj di şexsê nirxên gelê Kurd de êrîşî nirxên hemû gelan dike. Ev kiryarên bi vî rengî DAÎŞ'ê tîne bîra me. Em ê heta dawiyê ji bo nirxên xwe yên pîroz têbikoşin."
 
Li Qamişloyê jî Meclîsa Malbatên Şehîdan derbarê êrîşên Dewleta Tirk ên li ser goristanan daxwiyanî da.
 
Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Gelê Kurdistanê ji bo parastina nirxên civakî bi hezaran şehîd dan. Gelê me di vê qonaxa dîrokî de nûnertiyeke bê hempa kir û hemû komplo û planên ku dihatin hûnandin ji bo derxistina pirisgirêkê mezhebî vala derxist.
 
Em weke malbatên şehîdan van kiryarên ku dewleta Tirk li dijî şehîd û nirxên me de dike bi tundî şermezar dikin . Bila her kes bizanibe ku ev kiriyar me nikare ji doza me biqerîne em ê hêza xwe xurtir bikin.  Em wek malbatên şehîdan soza xwe nû dikin û em dibêjin em ê heta dawiyê kar û xebatê bikin  ku armanca azadî, demokrasî û parastina mafên mirovatiyê pêş bixin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.