Heyetek bijîşkên Rojava ji bo alîkariyê çû Şengalê
- 16:37 26 Kanûn 2017
- Rojane
Hewlêr Şahîn
ŞENGAL - Heyetek bijîşkên Rojava ji bo alîkariya derbarê tendirustiyê de çû Şengalê.
Heyetek bijîşkên Rojava ji bo alîkariya derbarê tendirustiyê de çû Şengalê. Heyeta bijîşkan li navenda Meclîsa Serdeştê serdana nexweşan kirin.
Bijîşka di nav heyetê de Tulîn Teyar wiha got:" Em ji Kobanê hatin ji bo di warê tenduristiyê de xizmetê bikin û li pirsgirêkên tenduristiyê yên Gelê Şengalê guhdar bikin. Em ê hewl bidin ku ji êş û nexweşiya wan re bibe bersiv."
Cîgira Hevseroka avakirina Meclîsa Şengalê Kurdê Elî Ezîz jî wiha got:"Em xêrhatina heyeta bijîşkan dixwazin û spasiyê xwe ji bo wan pêşkêş dikin ku hatin alîkariya me bikin. Hêviya me ew e ku em hemû Kurd bi hev re û bi yek dilekî bi vî rengî alîkariyê bi hev re bikin."








