Mêrê du zarok bi îstîsmarê re rûbirû hiştin hat binçavkirin

  • 16:36 26 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED- Mêrê bi navê Umît ku li baglarê du zarokên temenê wan di navbera 10 -11 salna de bi îstîsmarê re rûbirû hiştin hat aşkerakirin ku berî bi 4 rojan hatiye binçavkirin. Umît ê ku hat binçavkirin ji aliyê zarokan ve hat teşîhskirin lê nehat zanîn ku Umt hat girin an nehatiye girtin.
 
Piştî ku hat diyarkirin zarokê 10 salî ji aliyê mêrê 25 -30 salî ve bi îstîsmarê re rûbirû hatiye hiştin, dîsa li heman taxê hat aşkerakirin ku zaroka li heman taxê li ber deriyê mala xwe dilîst a 11 salî ji aliyê heman mêrî ve hatiye îstîsmarkirin.  Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat weşandin, hat aşkerakirin ku piştî dîmen ji aliyê marketekê ve hatin qeydkirin û di çapemeniyê de hatin weşandin di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de hat aşkerakirin ku bersûc berî bi 4 rojan hatiye binçavkirin.  
 
Malbatan diyar kir ku polîs roja înê bi telefonê li wan geriyane û gotine ku ji bo zarok bersûc teşhîs bikin divê hûn werin qereqolê û çûne qereqolê û îfade dane. Herdu zarokan jî mêrî ku ew îstîsmar kirin ji wêneyên wî teşhîs kir.
   
Malbatan jî gotin ku ew ê şopdarên bûyerê bin û wiha got: " Em dixwazi nezayê herî giran bigire, ji bo ku tu zarokên din bi vê rewşê re rûbirû neyên hiştin.
 
Her wiha nehat aşkerakriin ku kesê hatiye binçavkirin hatiye girtin an nehatiye girtin.