Li Yukselê roja 413'emîn

  • 16:02 26 Kanûn 2017
  • Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê çalakiya ‘Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 413’an de berdewam kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û 3 kes bi lêdanê binçav kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 193’an de û çalakiya karkerên cemaweriyê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 413’an de li Kolana Yukselê berdewam kir. Li Kolana Yukseyê çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan daxuyanî bidin, polîsan pêşiya wan bi mertalan girtin û destûr nedan. Li ser vê yekê çalakvanan xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin û dirûşm berzi kirin. Çawan ku çalakvanan pankart vekirin polîsan mudaxile  kir û pankart çirandin.
 
Polîsên bi mertalên xwe derdora çalakvanan girtin, 3 kes bi lêdanê binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin di wesayîta polîsan de jî dirûşme berz kirin.