Duyemîn perwerdeya Star bi dawî bû

  • 15:40 26 Kanûn 2017
  • Rojane
KOBANÊ -  Duyemîn dewreya Akademiya Star a bi navê Şehîd Şîlan  bi şahiyekê  bi dawî bû.
 
Li Akademiya Star a Kongra Starê ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê duyemîn dewreya xwe ya bi navê şehîd Şîlan bi şahiyekê bi dawî kirin. Dewreya Şehîd Şîlan ev 25 roj  in bi 15 endamên jin re berdewam dikir. Di perwerdeyê de dersên girîngiya perwerdeyê, jineolojî, çand û exlaq û h.w.d…dihatin dayin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin endama TEV-DEM'ê Delal Efrîn axivî û wiha got:"Em hêvî dikin ku bi hezaran jin li vir perwerde bibin û xwe pêş bixin. Hêviya hemû gelên bindest Rojava-Bakurê Sûriyeyê ye. Em wekî jinên Kurd dixwazin xebat û birêxistinkirineke bi sîstem pêş bixin. Ji bo vê yekê divê em hemû jin bibin yek." 
 
Pîrozbahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.