‘Divê em bibin tifaqa xeta têkoşîna hevpar’

  • 09:04 21 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Çagla Ozgençturk a SYKP’î diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zelal nameşe û got: “Divê em ne aliyê ku dipên an jî temeşa dikin bin. Divê em bibin tifaqa xeta têkoşîna hevpar.”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk ku ji bo tesîstkirina aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin, ji aliyê deshtilatdariyê ve bi bêçekbûn û polîtîkayên ewlehiyê tê sînokirin. Jin, gelên bindest, çep-sosyalîst û muxalefeta civakî vê wek têkoşîneke demokrasiyê ya radîkal dinirxîne.  Di serîde jin û hemû dînamîkên din bang dikin ku divê pêvajo bi pozîsyona temaşekirinê bê derketin û di zemîna welatibûna wekhev û xeta têkoşîna hevpar de bê mezinkirin.
 
Endama Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Çagla Ozgençturk der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Divê pêvajo zelal bê meşandin’
 
Çagla Ozgençturk da zanîn ku yek ji sedema ku pêvajo pir hêdî dimeşe de nezelaliye û wiha got: “Zelalî hebûna wê gav jî zû bihata avêtin. Du sal ne kême. Lê giran meşiya. Dem apêvajo hat destpêkirin hişyariya zelalbûnê hat kirin. Lê rejîmê ev nekir. Ji ber zelalî tunebû, pêvajo li demê hat belavkirin.”
 
Civakîbûn tê astengkirin
 
Çagla Ozgençturk wiha bi lêv kir: “Yek ji sedema din jî derexistina civakîbûnê ye. Hat astengkirin ku dînamîzma civakî bandor li pêvajoyê bike. Desthilatdarî bi çavên xwe dinêre ji ajandaya xwe dinêre. Li şûna daxwazên gel bibîne, mijarê wek rawestandina pevçûnan, bêçekbûnê û têgehên ewlehiyê sînor dike. Pêvajoya hilbijartinê ya nêz dibe jî hewl dide li gorî başiya xwe bimeşîne.”
 
Pirsgirêka 100 salî
 
Çagla Ozgençturk di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser aliyên dîrokî yê pirsgirêkê û wiha anî ziman: “Polîtîkayên ewlehiyê neçareseriyê diafirîne.Pisgisrêka ku 100 sale didome tenê wek mijar ewlehî û berdana çekan dîtin, tê wateya afirandina paradoksa nav xwe. Divê şertên ku ev pirsgirêk derxistine holê bên tespîtkirin û çareserkirin. Lê rejîm wisa nanêre. Dixwaze pêvajoyê bi giştî bin kontrola xwe de bihêle. Desthilatdarî hewl dide vê bîrê tune bihesibîne. Lê vala derdixe. Paqijkirin avê bîrî bê derfete. Tu tişt nikare vê bîrê paqij bike.”
 
‘Divê em bibin parçeyeke tifaqa hevpar’
 
Çagla Ozgençturk wiha dawî lê anî: “Xeta têkoşîna hepvar girînge. Divê em ne aliyê ku dipên an jî temeşa dikin bin. Divê em bibin tifaqa xeta têkoşîna hevpar. Di pêvajoyê de kêmasî bên jiyîn jî çaresreî hemû civakê eleqeder dike. Divê her kes bibe xwedî helwest û biryarbûneke hepvar.”
bağlam menüsü var