Xwendekar ji bo diyarkirina xeta têkoşînê dicivin

  • 09:03 21 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Aynur Bîldîk derbarê konferansa ku Xwendekarên Komunîst wê pêk bînin de axivî û got bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jinên ciwan di kalibên "makul" de heps bikin û da zanîn ku yekan bersiva li dijî êrîşan parastina cewherî, rêxistinbûn û komunbûna li kampusan e. 
 
Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalîst di 24'ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşma "Bi kampusên komunal re dem dema rêxistinbûnê ye" wê li Navenda Kongreya Çand Amed konferans pêk bê. Konferansa ku wê ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî xwendekarên zanîngehê tevli bibin, polîtîkayên şerê taybet yên li ser jinên ciwan û ciwanan, xeta têkoşînê ya dema nû ya li dijî zexan, pergala li zanîngehan û komunên li zanîngehan wê bên nirxandin.
 
Xwendekara zanîngehê Aynur Bîldîk de barê konferasa wê pêk bê de axivî.
 
‘Ciwan li dijî zextan pêşengên berxwedanê ne’
 
Aynur Bîldîk da zanîn ku sekneke şoreşgerî a dîrokî û lêpirsînkirinê ya ciwanan a li dijî neheqiyê heye û di têkoşîna ciwanên kampusê ya li dijî faşîzmê de, ji bo ziman û nasnameya kurd bê jiyîn her tim bûne soza pêşeng. Aynur Bîldîk wiha dirêjî dayê: “Li cihê ku heqîqet tê çewisandin berxwedan jî pêş dikeve û ciwan ji bo pergalê her tim bûne tehdîd. Ciwan bi sekna xwe, her tim bûne tehdîd. Ciwanên zanîngehê jî he rtim li dijî faşîzmê têkoşîn dane, ji bo nasname û zimanê Kurd têkoşîn dane, li ber xwe dane.  Di dîrokê de jî ev wisa bû. Polîtîkayên şerê taybet li ser ciwanan tê meşandin. Ev zext her tim hebûn û didomin.”
 
‘Dixwazin di kaliban de heps bikin’
 
Aynr Bîldîk destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze kampusan bike bin kontrola xwe û polîtîkayên şerê taybet raste rast jinên ciwan hedef digire. Aynur Bîldîk got dixwazin jinan di kalibên "jina makul" de heps bikin û li dijî vê yekane rê parastina cehwerî û rêxistibûne. Aynur Bîldîk wiha dirêjî dayê: “Bêguman divê em parastina cewherî pêk bînin. Zanîngeh ketine bin tekela desthilatdariyê. Dixwazin xwendekran bikin xizmeta pergalê. Ji bo vê jî 24 saetan propaganda  îdeolojiya faşîst tê kirin.”
 
‘Bêyî komunbûn bersiva ji bo êrîşan nikare bê dayîn’
 
Aynur Bîldîk wiha berdewam kir: “Di têkoşîna civakî de komunbûn û jiyana koleketîf girîng e. Bêyî rêxistibûn bersiva êrîşan jî nikare bê dayîn. Em jî dixwazin li her qadê xwe rêxistin bikin û bibin komun. Armanca me ev e. Hewcedariya me bi rêxistinbûna zanîngehê heye. Em ji ber vê diçin konferansê. Em bang li hemû kesî dikin ku 24'ê Cotmehê de bi awayekî xurt tevli konferansa li Amedê pêk tê bibin. Em ê bi hev re nexşerêya xwe diyar bikin.”