Fransayê qedexeya derketina derve li 4 bajaran ragihand

  • 20:21 19 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilata Fransayê ji ber xwepêşandananû kiryarên xirabkirinê qedexeya derketina derve ya du rojan li 4 bajaran ragihand.
 
Ofîsa Serokwezîrê Fransayê Sébastien Lecornu ragihand ku ji ber kiryarên xirabkirinê qedexeya derketina derve li bajarê Lille û çar bajarên din ên bakurê welatê tê ferzkirin.
 
Biryara qedexeyê li bajarê Lille îro saet di 6‘ê êvarî de li gorî dema GMT‘ê heya roja sêşemê saet 4‘ê sibehê dikeve meryetê. Qedexeya derketina derve ya du rojan bajarên Douai, Wattigny û Denon jî digire nava xwe.