Ji bo aştî û demokrasiyê banga hevpar a 82 jinan

  • 14:45 21 Îlon 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku banga bi sernavê "Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin" îmze kirine, ragihandin ku dê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqerê konferansa aştî û demokrasiyê li dar bixin.
 
Komek jin, ku ji parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyenan pêk tê, li Beyogluya Stenbolê ji bo banga konferansa bi heman sernavê ‘Em Bi Hev Re Li  Ser Pêşerojê Diaxivin’ li darbixin, li hev civiyan û civîna çapemeniyê li dar xistin.
 
Akademîsyen û siyasetmedar Filiz Kerestecioglu axaftina vekirinê kir û 21’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê bi bîr xist û got: “Mirovên xwedî nasname û ramanên cûda dikarin bi hev re bi wekhevî û azad bijîn.” Filiz Kerestecîoglu pirsên “Çima her çend em cûda bifikirin jî em nikarin biaxivin? Çima em nikarin bi rêzadrî bi hev re bijîn? Çima divê nasnameyên me nejîn û bibin gef? kir.
 
Di civînê de, metna bangê bi zimanê Tirkî ji Jinên Misilman ji aliyê Zeynep Duygu Agbayir ve û ya bi Kurdî jî ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojda Bedia Akkaya ve hate xwendin.
 
80’ê jinên di navde tevgera jinan, siyaset, akademî, çand, huner û têkoşîna mafên mirovan cih digrin, daxuyaniyek hevpar bi sernavê "Em Bi Hev Re Li  Ser Pêşerojê Diaxivin" weşandin. Jinan ragihand ku ew hedef dikin ku li Enqerê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de konferansekê li dar bixin.
 
Mijarên sereke yên konferansê hatin rêzkirin
 
Di daxuyaniyê de mijarên sereke yên konferansê yên wek rola jinan di çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke mayînde de, têkoşîna civakî li dijî tundiya mêr-dewletê û têkoşîna hevpar a jinan ji bo pêşerojek wekhev û azad hatin rêzkirin.
 
Jinan wiha gotin: “Di vê serdema ku ji bo bidawîkirina pevçûna bi dehan salan gav tên avêtin de, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi aştiyeke mayînde ji bo civaka me pirsgirêkek hebûnî ye. Beşdarbûna me hemûyan a wekhev di dîzaynkirina jiyana me ya hevpar de tenê bi têkoşînek hevpar mimkun e. Em, jinên ku hêza pêşde birina ya vê têkoşînê ne, em dixwazin ka em ê rewşa nû çawa binirxînin, em ê bi pratîkên xwe yên jiyanê çawa beşdarî pêvajoyê bibin û em ê çawa pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin, nîqaş bikin.”
 
Îmzevanên daxuyaniyê
 
“Arzu Gamze Kilinç, Arzu Erdogan, Arzu Yilmaz, Ayla Akat Ata, Ayşe Berktay, Ayşe Gul Altinay, Ayşegul Devecîoglu, Bermal Kuçuk, Berrîn Sonmez, Besna Tosun, Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bîrsen Atakan, Buşra Ersanli, Canan Kaftancioglu, Ceren Onder Kandemir, Ceren Salmanoglu, Çaglar Demirel, Çilem Kuçukkeleş, Dilan Aydın, Ekin Yeter, Eren Keskin, Esra Mungan, Eylem Aktaş, Fatma Bostan Unsal, Fatma Gok, Ferda Fahrioglu Akin, Feryal Oney, Filiz Kerestecioglu, Fusun Demirel, Fusun Ustel, Gozde Şeker, Guldestan Yuce, Guley Bor, Gulseren Onanç, Gulsum Elvan, Gulsum Kav, Gultan Kişanak, Gulten Kaya, Hadiye Yolcu, Hatice Erbay, Huda Kaya, Husne Golbaşi, Işil Unal, İlkay Akkaya, Julide Kural, Mucella Yapici, Nadire Mater, Nezahat Teke, Nimet Tanrikulu, Nur Surer, Nurhayat Altun, Onur Butun, Oya Ersoy, Ozgur Sevgi Goral, Perva İnal, Pervin Buldan, Pinar Aydinlar, Pinar Dinç, Rakel Dink, Raziye Oztürk, Rojda Bedia Akkaya, Rugeş Filiz, Rumeysa Çamdereli, Sebahat Tuncel, Selda Oztürk, Sema Kaygusuz, Sema Kiliçer, Sumeyye Kavuncu, Şebnem Korur Fincanci, Şebnem Oguz, Tugçe Tatari, Yakin Erturk, Yasemin Ozgun, Yildiz Onen, Zelîha Burcu Acar, Zeynep AltIok, Zeynep Duygu Agbayir, Zeynep Ocak, Zîlan Leventoglu.”