Komkujiya Garê di meha 131’emîn de ye
- 13:07 10 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 131’an ya Komkujiya Garê ya Enqereyê de li cihê komkujiyê çalakî li dar xist. Berdevkê Komeleyê Îshak Kocabiyik ji bo di 25’ê Îlonê de bersûc Savaş Yildiz tev li danişîna bibe bang kir.
Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, di meha 131’an a Komkujiya Garê ya Enqereyê de ji bo bîranîna qûrbaniyan li cihê komkujiyê daxuyanî da. Endamên komeleyê û malbatên qurbaniyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên qurbaniyan hate rakirin û dirûşmeyên, “10’ê Cotmehê bîr neke, nede jibîrkirin”, “Aştî a niha” û “Rojek were wê kujer hesap bidin” berz kirin. Daxuyanî ji bo bîranîna qurbaniyan bi deqeyek rêzgirtine dest pê kir.
Hevberdevkê Komelayê Îshak Kocabiyik di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bersûc Omer Denîz Dundar derxistin pêşberî dadgehê û divê endamê DAIŞ’ê Saval Yildiz ê ku fîrarî bû û anîne Tirkiyeyê jî derxin pêşberî dadgehê û wiha got: “Ev 11 sal in êşa me bi dawî nebûye, weke roja ewil taze ye. Beriya niha jî ji bo ku pêdîviya me bi aştiyê hebû em hatin vê qadê. Me 104 hevalên xwe li vir winda kir. Ji wê rojê heta îro em têkoşîna aştiyê didomînin. Ji bo adalet pêk were em têkoşîna xwe didomînin. Lê rêyadar û berpirsiyar daxwazên me nabihîzin. Edalet pêk naye. Di 25’ê vê mehê de danişîna dozê heye. Di meha Hezîranê de bersûcê ve komkujiyê Omer Denîz Dundar hat darizandin. Yek jî sûcdarê vê komkujiyê Savaş Yildiz jî li Iraqê hat girtin û anîn vir. Ew kes ne tenê berpirsê vê komkujiyê ye di heman demê de berpirsê Komkujiya Pirsûs û û bombekirina mitînga HDP’ê ya Amedê ye jî. Serpêhatiya 11 salan a dozê baweriya me ya bi reyadaran nehiştiye. Ew kes hin jî weke ‘ciwanên bi hêrs’ tên dîtin. Girtina wan fîraran geşadanên erênî ne. Niha pêvajoyek aştiyê heye. Baweriya me bi vê pêvajoyê heye. Xirabûna pêvajoya 2015’an ji bo pêvajoya îro gumanan bi me re çêdike. Divê sûcdar hem di warê siyasî de û hem jî yên ku ev komkujî plan kirine hemû bên darizandin.”
Banga beşdariya danişîna dozê ya di 25’ê Îlonê de jî hate kirin û çalakî bi dawî bû.







