Li Xezayê 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin

  • 22:05 21 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zîvala Xezayê di 6 mehên destpêka salê de, 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin. Ev yek astengiya giran a li ber xizmetên tenduristiya hilberînê û şert û mercên mirovî yên dijwar ku jinên li Xezayê pê re rûbirû ne ye.
 
Li Xezayê bi berdewamiya şer re, jinên ducanî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên gelekî cidî re rûbirû dimînin. Hilweşîna pergala tenduristiyê, xirabûna şert û mercên jiyanê û belavbûna nexweşiyan; xetereya kurtajê, zayîna pêşwext û nebûna lênêrîna bijîşkî zêdetir dike.
 
Ji ber şer û koçberiyê xetere zêde dibe
 
Rêvebirê Alîkariya Bijîşkî ya Xezayê diyar kir ku di 6 mehên ewil ên salê de, ji ber şert û mercên xirab ku ji encamên şer, koçberiya bi darê zorê, tirsa domdar a bombebaranê, nebûna paqijiyê û xizmetên nebaş ên tenduristiyê ne, 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatine tomarkirin.
 
Rêveber bal kişand ser ku pergala tenduristiyê ya li Xezayê ji ber kêmbûna derman, alavên bijîşkî û pêdiviyên bingehîn di krîzeke giran de ye û xizmet hêj di bin şert û mercên awarte de tên meşandin. Her wiha hate destnîşankirin ku şert û mercên nebaş ên hawirdorê dibin sedema belavbûna nexweşiyan.