Meclîsa Jinan li Marmarayê konferansa herêmî pêk anî

  • 13:02 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, di Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de li dar bixe, li herêman konferansan li dar dixe. Di vê çerçoveyê de Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li herêman konferansan li dar dixe. Konferansa Jinan a Herêma Marmarayê li Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya navçeya Fatîha Stenbolê pêk hat.  
 
Piştî hilbijartina endamên dîwanê axaftina vekirinê ji hêla Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ve hat kirin. Halîde Turkoglu bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got: "Em çawa dikarin bigihîjin asta herî bilind a rêxistinbûnê? Dema em behsa taxan heta kolanan, malan heta kargehan, zeviyan heta qada siyasî, saziyên perwerdeyê heta navendên tenduristiyê dikin, em di rastiyê de behsa rêxistinkirina jiyanê bi giştî dikin. Hêvî ji bo guhertinê pêdiviyeke bingehîn e."
 
Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.