ROJEVA 09'Ê TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 9 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
* Parêzer Eren Keskîn der barê salvegera gava dîrokî ya ku PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de avêtiye axivî û got: “Şewitandina çekan gavek dîrokiye. Lê dewletê ev saleke hîna gav navêtiye.” BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk de wiha got: "Di xebatên xwe yên ji vir şûnde jî em hewl didin hemû pêkhateyên xwe di zemîna xebatên avakirina yekitiya demokratîk de bînin gel hev." BI DÎMEN 
 
*Tituna bi îmeceyê tê çandin ne tenê çavkaniya debarê ye, sembola pişevaniya jinan e. Jin tevî şert û mercên giran yên xebatê hilberînê didomînin û diyar dikin ku yekitî karê wan hêsan dike. BI DÎMEN 
 
*Li gorî Rapora Buroya Krîmînal a Buroya Neteweyî , piştî ku karta SÎM a telefona Gulîstan Doku wînda bûye di telefoneke bi heman modelê de hatiye bikaranîn. Herwiha guhertinên ku di hesabê înstagram ên Gulîstanê de hatine kirin jî hatin belgekirin.