ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 21 Hezîran 2026
  • Rojev
 
*Nîqaşên li ser xweparastinê êdî ne tenê wekî mijareke leşkerî tê dîtin, lê di heman demê de wekî mijareke berfireh a têkoşînê jî tên nirxandin ku qadên çandî, civakî, aborî û dîjîtal jî dihewîne. Nirxandinên xurtkirina rêxistina civakî û hevgirtina kolektîf bersiva herî bibandor a li hember polîtîkayên şerê taybet e. DOSYA
 
*Sureyya Bulut ku piştî 32 salan şûnde hat berdan, da zanîn ku bi berxwedanê hêviya aştiyê û îrade mezin kirine. Sureyya Bulut da zanîn ku heta aştî bê avakirin wê berprisyariya xwe bidomînin. DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyen Ayşe Gul Altinay da zanîn ku heta bi êş û tundiyên berê hatine jiyîn re neyên rû hev başbûn ne pêkane û got ji heqîqet, edalet û pêvajoyên şînê re qad vekirin, şerta başbûnê ye. DÎMEN HEYE
 
*Sîpan Cîzrelî da zanîn ku li girtîgeha Jinan a  Sîncanê tahliyeya 25 girtiyan bi biryara ÎGK’ê hatiye taloqkirin û 10 girtiyên din jî hîna nehatine tahliyekirin. Sîpan Cîzrelî diyar kir ku divê li dijî pêkanînan têkoşîna topyekun bê dayîn. DÎMEN HEYE