Parêzer Hatîce Bagci: Divê tecrîd bê rakirin, statu bê dayîn
- 09:03 1 Gulan 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka OHD’ê Hatîce Bagci da zanîn ku pêvajo bi polîtîkayên ewlehiyê tê meşandin û got aştiyek mayînde bi ewlehiyên qanûnî û hiqûqî û azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Hatîce Bagci wiha got: “Ger ku pêvajo bi aştiyê encam nebe wê Tirkiye wek Îran û Rojava bi bandora dewletên emperyal bikeve nava şer.”
Di ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir salek derbas bû lê hîna jî tecrîd didome, statu nehatiye naskirin û dewlet li gorî rihê pêvajoyê gavan navêje. Bendewariya ji pêvajoyê, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şikandina tecrîdê û ewlehiyên qanûnî û hiqûqî ne.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Hatîce Bagci, der barê pêvajoyê de axivî.
Hatîce Bagci da zanîn ku bi pêvajoyê re bendewariyên gel çêbûne û di çavçoveya vê de agahiyên zelal ên der barê avakirina mutabakatê de nehatine parvekirin û got: “Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên cidî avêtin. Ji bo hawirek bê pevçûn gav avêtin. Wek aliyekî gavên şênber û girîng avêtin. Di vê astê de nîqaşên divê zemîneke hiqûqî û demorkatîk bê avakirin tên kirin.”
‘Dewletê hîna gavek şênber navêtiye’
Hatîce Bagci daxuyakirin ku tevî ku Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê gavên cidî avêtine, dewletê berpirsyariya xwe neaniye cih, gavên ku baweriyê didin gel navêtiye û wiha bi lêv kir: “Komîsyona li meclîsê hat avakirin bendewarî jî afirand. Xebat hatin meşandin. Sazî hatin guhdarkirin. Bi komîsyonê re bendewariyên gel jî mezin bûn. Komîsyonê bi rapora weşand, em nikarin bêjin ku peywira xwe ya pêvajoyê temam kiriye. Komîsyon û rapor, nikare wek gaveke dewletê bê nirxandin. Dewletê ji bilî polîtîkayên ewlehiyê, pirsgirek di zemîna demokratîk, hiqûqî û adîlene de çareser bikira wê bi rastî pêşniyarên şênber danîna holê. Rapora hat pêşkêşkirin di bin siya polîtîkayên ewlehiyê de hatin temamkirin. Lê polîtîkayên ewlehiyê aştiyê naynin. Her gava hat avêtin ji bo dewletê di alî çareseriya demokratîk de derfetek girîng bû. Lê em samimiyet û nêrîna dewletê ya li hember pêvajoyê dikarin di navbera van her tiştan de nîqaş bikin. Ger em bi aştiyê bawer bikin divê em gavên şênber bavêjin.”
‘Divê welatîbûna wekhev bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn’
Hatîce Bagci di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di serî de mafê gelê Kurd û hemû gelên din divê di bin elwehiya destûra bingehîn de bin û wiha pê de çû: “Heta ku gel xwe di destûra bingehîn, hiqûq û jiyana siyasî de nebînin ne pêkan e behsa welatîbûneke wekhev bê kirin. Bi salane ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê, gelê Kurd nikaribû îradeya xwe dane holê.”
‘Divê ji bo Birêz Ocalan statu bê nasîn’
Hatîce Bagci balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û di vê mijarê de jî wiha got: “Birêz Ocalan muxatabê esas ê pêvajoyê ye. Lê tevî vê statuya wî nehatiye nasîn û sererastkirinek nehatiye kirin. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê zemîneke muzakreyê ya navbera wekheviyan de bê avakirin. Di şertên tecrîdê de nîqaşeke baş jî nikare bê meşandin. Tirkiye demokratîkbûnê bixwaze divê gavê bavêje divê biryarên DMME’yê pêk bîne. Divê girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Geşedanên li Rojhilata Navîn, aştiyê ferz dikin. Ger ku pêvajo bi aştiyê encam nebe wê Tirkiye wek Îran û Rojava bi bandora dewletên emperyal bikeve nava şer.”








