Medîss Tavakkolî:Dijminê herî mezin yên Îraniyan komara Îraniyê ye
- 09:03 23 Adar 2026
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Aktîvîsta Îranî Medîss Tavakkolî şerê Îran û DYA-Israîlê nirxand û diyar kir ku di meha çile de hejmara mirovên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin tê veşartin û got: “Dîrok wê me hemûyan bidarizîne û wê Îran azad bibe. Ev şer me nexwest. Dijminê herî mezin ê Îraniyan komara Îranê ye. Em ji bo alîkariya hemû kesên ku dixwazin em ji vî dijminî xilas bibin, spasdarin.”
Şerê di navbera Israîl-DYA û Îranê de ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir ket hefteya çaremîn. Di vî şerê du navbra sê hêzên hegemon de zarok jî di nav de gelek sivîl hatin qetilkirin û ji bo sivîlan qadên bi ewle nayên afirandin. Bîlançoya şer her diçe giran dibe û bedela wê li sivîlan tê birîn.
Parêzvana mafên mirovan, nivîskar û psîkoterapîsta Îranî Medîss Tavakkolî şerê navbera hegemonan de nirxand.
‘Ev şer xwe dispêre sê tiştan’
Medîss Tavakolî da zanîn ku şerê di 28’ê Sibatê de dest pê kiriye, ne bi Îranê re, di navbera komara îslamî ya Îran û DYA-Israîlê de destpêkiriye û got: “Ev beşa duyemîn a şerê di meha Hezîranê de destpêkiriye. Şerê 12 rojan berdewam kir bi peymana gerdunî ya navbera hemû dewletan de bi encam bû. Ev şer xwe dispêre sê tiştî; Bombeyên nukleer, fuze û komên wekîl ên komara rejîmê afirandiye û fînanse kiriye. Ev niha parçeyên girîng yên aştiya cîhanê ne. Şer ji ber vê derket.”
Medîss Tavakkolî wiha dirêjî dayê: “Hemû jin û Îranî di mijara aazadiyê de heman fikr û nêrînî parve dikin. Divê her kes li pêş qanûn û edaletê wekhev be. Tişta em dixwazin ne tenê azadiya fikr û ramanê ye. Daxwaza me nedarvekirine, rastî zext û destdirêjiyan nehatine.”
‘Komara Îslamî înternet xist bin destê xwe’
Medîss Tavakkolî bi lêv kir ku ji ber şer kaos tê jiyîn û wiha domand: “Ev sê hefteye înternet tune ye. Ji ber vê jî bikaranîna çapemeniyê zehmet e. Mirov nizanin li derê tên bombebarankirin, çawa ji wê herêmê derkevin. Di mijara ku li ku derê çi diqewime de kes ne xwedî agahî ne. Ev tiştekî bi xof e. Rejîma komara Îranî înternet xist bin detsê xwe. Şer heye, mirov di vî şerî de çi dikin? alarm tune ye, stargeh tune ye.tiştên ku kes nizanin ev e.”
‘Çima kes behsa pêkanînên rejîma komara Îslamî nake’
Medîss Tavakkolî balkişand ser rewşa dawî ya li Îranê û wiha pê de çû: “Di meha çile de di protestoyan de pêvajoya darizandina kesên girtî hat lezkirin. Cezayên giran hatin birîn. Piranî cezayên mirinê bûn. Kê ev kir rejîma komara Îslamî kir. Çima cîhan behsa tiştên ku rejîma komara Îslamî dike nake. Mijaek din jî ev e, di rêyan de di nokteyên kontorlan de li hember mirovan gelek xerab tevdigerin. Mirovan dibin SMS’yan û l iwir tehdîd dikin. Ev tenê di şer de nayê kirin. Ez dixwazim vê ji cîhanê û rojnamegeran re bêjim;Bi rewaşa Îranê re û şer re eleqder bûn nêzîkatiyeke xweş û girîng e. Vê li ber çavan bigirin û baldar bin.”
‘Li Îranê jin 200 sal e daxwaza demokrasiyê dikin’
Medîss Tavakkolî destnîşan kir ku li Îranê jinan her tim di daxwaz û lêgerîna demokrasiyê de cih girtine û ev 200 sal e didome û jinên Îranê 48 sal e li dijî rejîmê ji bo mafên xwe têdikoşin. Medîss Tavakollî wiha bi lêv kir: “Em ji 2022’an dest pê bikin. Tişta ku jinên Îranê dixwazin hêsane. Wek welatî dixwazin wek mirov bên qebûlkirin, jiyaneke aştiyane, birûmet û edalet dixwazin. Ev tiştekî ji zayendê wêdetir e. Ji ber vê jî ji bo min pêşeengiya jinan an jî ya mêran ne, ev mijareke ku hemû mirovahî wekhev û adîlane bijî ye. Ev şer me nexwest. Jinên Îranê azadiyê dixwazin. Şer naxwazin.”
‘Rejîma komara îslamî komeke terorîst e’
Medîss Tavakkolî diyar kir ku li Îranê demokrasî tune ye û rejîma komara îslamî komeke terorîst e û wiha got: “Ev kaosek meizn e. Ev şer bandorê li gelek welatan dike. Ez ne siyasetmedarim û tenê yên dibin dibêjim. Bi komara îslamî ya niha re Îran di tu asta aboriya cîhanê de tune ye. Di alî petrolê de ji bo cîhanê hinek bi pirsgirêke. Lê bi giştî fikara welatên rojava pêla koçberbûnê ye. Ev şer ji 2018’an de ye tê plankirin. Rewş di saniyeyan de tê guhertin. Daxwaza me ev e ku terorîst li Îranê bi tevahî tune bibin û şer bidawî bibe.”
‘Li rojhilatê Îranê herî kêm 80 hezar kes hatin qetilkirin’
Medîss Tavakkolî wiha berdewam kir: “Divê rejîma komara Îslamî bi tevahî ji destura bingehîn bê rakirin. Ancax gelê Îranê bi vî awayî wê bikaribe bi rûmet û asayî bijîn. Heta niha em nizanin çend kes mirin e. Lê divê hûn vê bizanibin ku di meha çile de li rojhilatê Îranê di hefteyekê de 80 hezar kes hatin qetilkirin. Şer di navbera du welatan de derbas dibe û mirov dimirin. Çima behsa ku mirov bi destê rejîmê tên qetilkirin, nayê kirin. Çima ev li ber çavan nayê girtin? Çima ev nayê gotin? Dîrok wê me hemûyan bidarizîne û wê Îran azad bibe. Ev şer me nexwest. Dijminê herî mezin yê Îraniyan komara Îranê ye. Ji bo alîkariya hemû kesên ku dixwazin em ji vî dijminî xilas bibin, em spasdarin.”







