Wê bi cil û bergên netewî li qadan bin

  • 09:05 21 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê jin beriya Newrozê eleqeyek mezin nîşanê cil û bergên netewî dide û diyar kirin ku wê bi cil û bergên gelerî li qadên Newrozê bin.
 
Newroz ligel ku cejna gelê Kurd e, sembola nasnameya çand, dîork, berxwedan û azadiyê ye. Di vî alî de jinên Kurd îro jî bi cil û bergên xwe daxwazên xwe li qadan tînin ziman. Fîstan, puşî û her wkê din berxwedana jinan nîşan dide. Di roja îro de di pîrozbahiyan de cil û bergên gelerî tên tercîhkirin.
 
Li Stenbolê jî amadekariyên Newrozê didomin. Melîke Yilmaz ya ku bi salane dirûnvaniyê dike da zanîn ku eleqeya ji bo cil û bergan li gorî salên borî hîn zêdetire û di Newrozê de cil û bergên gelerî tên tercîhkirin û wiha got: “Eleqe her diçe zêde dibe. Li gorî salên borî îsal derfetên peydakirina cil û bergan zêde bûne. Berê peydakirin zehmet bû. Berê me ji Riha, Wan û Iraqê peyda dikir. Niha li her derê hene. Kumaşên taybet li Başurê Kurdisanê hene. Em nikarin xwe bigihînin her kumaşî. Em ji ser sîparîşan tînin.”
 
‘Newroz cejna vejîn û azadiyê ye’
 
Melîke Yilmaz daxuyakirin ku Newroz di alî jinan de wateya wê mezine û wiha domand: “Newroz cejna azadî û berwedanê ye. Ji bo jinan jiyane, azadiye. Em bi reng û nasnameya xwe di Newrozê de cih digirin. Rola jinan a di Newrozê de girînge. Sembola berxwedana jinane.  Em kevneşopiya xwe didomînin. Em bi cil û bergên xwe tevli newreozê dibin. Newroz cejne, berxwedane, vejîne. Em jin daxwazên xwe li qadan tînin ziman.”
 
Jinên Kurd bi cil û bergên gelerî xwe amade dikin
 
Ceylan Sari jî destnîşan kir ku ew bi cil û bergên xwe bi bi govendan hatina biharê pîroz dikin û wiha domand. Ceyla Sari ku fîstan û pûşiyan difroşe wiha got: “Em bi cil û bergên xwe tevli Newrozê dibin. Cilên me dîrok, nasname û rûmeta me ye. Divê em xwedî lê derkevin. Divê em kevneşopiya xwe jibîr nekin.
 
‘Em çanda xwe bidin jiyîn’
 
Ceylan Sari destnîşan kir ku eleqeya ji bo cil û bergên gelerî li dijî asîmîlasyonê divê bê domandin û wiha pê de çû: “Li dijî cil û bergan eleqeyek mezin heye. Gelê Kurd li dijî asîmîlasyonê çanda xwe didomîne. Em ê bi cil û bergên xwe di Newrozê de cih bigirin û daxwaza aştiyê bînin ziman. Ciwan di jiyankirina çandê de rolek girîng dîlîzin. Kelecanek mezin heye. Ev kelecan bi mehane heye. Bi taybet ciwan eleqeyek mezin nîşan didin. Divê em hemû 22’yê Adarê de li qada Yenîkapi bin.”