Foza Yûsif: Berxwedana gel bi xwe re encamên mezin anî
- 15:07 17 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di konferansa jinan de mijara entegrasyonê nirxand û got ku qismek ji entegrasyonê pêk hat lê qismek jê hê aloz in.
Konferansa jinan a ji bo bidestxistina mafên zagonî yê li bajarê Qamişlo tê lidarxistin bi rûniştina dûyemîn dewam dike. Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif mijara entegrasyona bi Şamê re, aliyên ku hatine çareserkirin û aliyên ku hê nîqaş li ser hene nirxand.
Foza Yûsif di konferansê de wiha got:
"Li Sûriyeyê rewşekî ku jinan nas bike nebû. Ji bo vê jî şoreş çêbû. Bi rewşa heyî şoreş negihiştiye armanca xwe. Şoreşa Sûriyeyê bi dawî nebûye, divê dewam bike. Ger em bêjin şoreş qediyaye emê wê demê xwîne ewqas şehîdan dênin ku derê? Em ê çi bersivê bidin wan? Mijarekî pir esas derdikeve pêşberî me ku em weke gel weke jin çawa mafên xwe biparêzin. Ji ber ku ev herêm bûbû hêvî ji bo çareseriyekî nû. Niha ji bo guhertin çêbibe divê ji vir destpê kiriban vê derê bê bandor kiriban. Ev der bûbû hÊvî ji bo jinan û gelan. Xwestin vê hêviyê têk bibin. Lewra êriş birin ser vir.
Vê pêvajoyê divê em şîrove bikin. Gelek mijar hene ku divê em jî muhasebe bikin, li cihê pêwist rexne bikin û rexnedana wê jî bidin. Kesên ku xwe berpirsiyar dibîne bê guman di ferqa vê de ye û ji ber wê berpirsiyariyê jî radike. Encama me fêm kir ev êriş dixwaze her tiştî tune bike li vê derê bifetisîne. Ji bo pêşî li vê bê giritn berxwedanekî mezin çêbû. Şehîd çêbûn, birîndarî û esîr çêbûn. Jin rolekî sereke di berxwedanê de lîstin. Gelek hevalên jin û xort bi qehremanî şehîd bûn. Encama berxwedana gel encamekî mezin jî anî. Rabûna gelê Kurd li her çar parçe û derveyî welat çêbû. Ger me berxwe nedaba bawer bikin wê rewşa me jî weke ya Şengalê bûba. Ger îro em behsa tifaqekî dikin, siyaset û têkoşînê dikin encama ew berxwedaniya hevalên me bûn. Encama rabûna kesên demokrat û azadîxwaz bû. Li Kobanê Arîn Mîrkan û hevalên xwe mûcîze çêkirin cîhanê rakirin ser lingan, di vê berxwedana rûmetê de jî hevalên me yên li Şex Meqsûd, Eşrefiye, Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Dêrikê bûn sedem ku ev tifaq çêbibe.
Lihevhatina ku di 29’ê Çileyê de çêbû ne ku tifaqek pir baş e. Lê êrişa ku çêbû tofana ku rabû, di encama berxwedanê de me xwe parast û ev hişt ku em bikaribin têkoşîna xwe bidomînin. Şerê ku li me hat ferzkirin hat rawestandin. Dema tê gotin entegrasyon ne ew e ku em ê rûnên li bendê bin. Ev têkoşînekî ye ku em dîsa mafên xwe biparêzin. Ev têkoşînê êdî derbasî herêmên din ên Sûriyeyê dike. Pirsgirêka demokrasî pirsgirêka hemu Sûriyeyê ye. Gavên hatin avêtin agirbest û xwe vekişandina hêzan bû. Yek jî mijarên tifaqê şehîd, birîndar û esîran bê dayîn. Mijara vegera gelê Efrîn û Serêkaniyê û gelek mijarên girêdayî van bûn ku hatibûn erê kirin. Qismek jê pêk hat lê qismek jê hê aloz in.
Tiştê ku hatine pêkanîn mijara leşkerî û ewlekarî qismî hatiye pêkanîn. Di aliyê hejmar de nîqaş didome. Mijarên îdarî qismî hatiye pêkanîn. Kesê ku ji bo Kobanê hatiye erkdarkirin gelê Kobanê qebûl nekir. Ev mafekî demokratîk e. Ev pirsgirêk in. Li ser kar tê kirin ku bê çareserkirin. Mijara jinan pirsgirêkek mezin e ku heya niha yek jin nehatiye qebûlkirin di cihên biryarê de.
Vegera gelê Efrînê heye. Gruba duyemîn hê bi rê neketine. Dibêjin emê jî ji aliyê xwe de hewl bidin ku zû çêbibe. Gelê Serêkaniyê jî divê vegere, li ser vê kar tê kirin. Ji bo vê jî dîrokek diyar nehatiye destnîşankirin. Ji bo miajrên derî, petrol, firokxane îcraatên pêwist nehatiye kirin. Mijara nifûs û nasnameyê jî neketiye meriyetê. Ev mijarên ku divê bikevin meriyetê ne. Ger em navê komara demokratîk lê dikin divê dewlet jî gavan bavêje. Divê destûr bê sererastkirin. Ev ji bo gel jî ji bo jinan jî derbasdar e.
Mafê zimanê Kurdî mafekî nebe nabe ye. Mafekî destûrî ye ku divê bê qebûlkirin di destûrê de. Bi taybetî xwendina bi zimanê Kurdî. Ji bo gelek mijaran divê em qiyametê rakin. Ji bo qebûlkirina YPJ’ê divê her kes qiyametê rake. Gelo garantiya jinê heye ku bêje ez dikarim azad tevbigerim? Wê demê em nikarin xwe bixapînin. Ne tenê jinên li vê derê divê hemu jinên Sûriyeyê xwedî li YPJ’ê derkevin. YPJ’ê jinan ji DAIŞ’ê rizgar kir. Dema em hatin vê şoreşê ji bo azad bijîn em hatin. Ne ku ji bo em vegerin malên xwe. Ji ber wê jî têkoşîna me her wê dewam bike bi her alî ve."







