Li Sêrtê meşa 8'ê Adarê: Ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin

  • 14:27 7 Adar 2026
  • Rojane
SÊRT - Bi minasebeta 8'ê Adarê li Sêrtê meş hat lidarxistin û dû re jî daxuyanî hat dayîn. Jinan peyama "Em ji bo daxwazên xwe daketin qadan. Em ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin."
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê ber bi Cadeya Guresê meş hat lidarxistin. Meşa ku bi dirûşma "Em bi serhildana xwe berxwedanê, bi berxwedanê jî jiyaneke azad û wekhev dihonin" hat lidarxistin de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, aktîvîstên Tevgera Jınên Azad (TJA), parlamentera bajêr Sabahat Erdogan Saritaş û beşdar bû. 
 
Beriya meşê jinan li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn, stran gotin govend gerandin. Di meşê de dowizên wek “Jin jiyan azadî”, “Em li dijî şîdeta mêr-dewletê bêdeng nabin" û “Peymana Stenbolê dide jiyîn" vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî, azad bike Reberti”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. 
 
Jinan piştî gihaştin Cadeya Gures stran gotin û govend gerandin. Dû re jî axaftin destpê kir. Hevseroka DEM Partî ya Sêrtê Rewşan Arslan, parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş axivîn. 
 
Piştre jî Halîde Turkoglû  axivî, diyar kir ku jin li dijî tundî, şer û newekheviyê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke wekhev û azad bidomînin. Halîde Turkoglûyê tekez kir ku jin beşek ji berxwedaneke mezinbûyî ya li Rojhilata Navîn û cîhanê ne.
 
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê jî diyar kir ku jin hem di têkoşîna maf û hem jî di têkoşîna aştiyê de roleke pêşeng dilîzin. Meral Daniş Beştaşê her wiha got ku jin dê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî pêşengiyê bikin û têkoşîna jinan dê berdewam bike. 
 
Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.