Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em ji bo azadî û wekheviyê li qadan e
- 16:08 7 Adar 2026
- Rojane
WAN - Meclîsa Jinan a KESK'a Wanê di çerçoveya 8'ê Adarê de daxuyanî da û got: “Bêyî laîktiyê wekhevî, bêyî wekheviyê jî azadî nabe.”
Meclîsa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperî (KESK) ya Wanê di çerçoveya 8'ê Adarê de li pêşiya Şekerbankê ya li navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma “Em têkoşîna aştî, laîktî û azadiyê ya li dijî xizanî, tundî û bêewlehiyê mezin dikin” daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Şaxa Wanê ya KESKê Rojbîn Firat ve hat xwendin. Endam û rêveberên şaxên girêdayî KESKê tev li daxuyaniyê bûn. Meclîsê hemû jin ji bo 8'ê Adarê vexwend qadan.
Rojbîn Firat bal kişand ser dîrokçe û girîngiya 8'ê Adarê û wiha got: “Wekî jinên KESK'î, em têkoşîna jinên karker ên ku ji demên bihorî heta îro di oxira têkoşîna ked, wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, silav dikin. Em li dijî cudakarî, tundî, newekhevî, mêtingerî, zext, şer û otorîteriyê dengê xwe bilind dikin; bi hêza ku em ji duh digirin, em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna rêxistinkirî bibin.”
Rojbîn Firat diyar kir ku her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê di nava rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Di meha yekem a sala 2026’an de 22 jin hatin kuştin; mirina 14 jinan jî di qeydan de wekî ‘bi guman’ cih girt. Ev cînayet nîşana binpêkirinekê, valahiya polîtîkayê û bêcezabûna sîstematîk in. Ji ber bêcezabûn û bêhiqûqiyê, kujer ji bo jinan wekî gefekê dimînin. Desthilatdariya ku xalên di berjewendiya jinan de yên Qanûna Medenî kiriye hedef, tarîqat û cemaatan jî dide rex xwe û dest datîne ser destkeftiyên me yên ku me bi têkoşînê bi dest xistine. Parastina laîktiyê ya li dijî vê pergala ku bi gotina ‘malbata pîroz’ dixwaze keda jinê nexuya û bêberamber bihêle, di heman demê de parastina azadiya aborî û civakî ya jinan e. Bêyî laîktiyê wekhevî, bêyî wekheviyê jî azadî nabe.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.









