KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

  • 12:27 7 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK'ê diyar kir ku  armanceke girîng a vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê demeke welê bide destpêkirin ku têkoşîna azadiya jinê wê li tevahî cîhanê gav bavêje.
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.  KCK’ê got, “Li her devera cîhanê ji destpêka sedsala 20’an û vir ve 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pîrozkirin. Îro 8’ê Adarê bûye rojeke welê ku têkoşîna azadiyê û piştevaniyê ya hemû jinan gihiştiye lûtkeyê. Em 8’ê Adarê roja bilindkirina têkoşînê û piştevaniyê li hemû jinê cîhanê pîroz dikin. Em hemû jinên ku 8’ê Adarê veguherandine roja azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Hemû sîstemên mêtingeriyê û zextê bi kujerên kastîk re destpê kirine ku jin kirine kole” û wiha hate gotin, “Desthilatdariya mêran a li ser jinan bûye destpêka hemû xirabiyan. Zexta li ser jinan qat bi qat zêde bûye, vê yekê mêtingerî û zexta li ser hemû civakê jî zêde kiriye. Modernîteya kapîtalîst jin kirine qralîçeya metayan, vê yekê civak û mirovahî aniye ber bi dawîbûnê.
 
Piştî ku jin ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gav avêtin û bûn hêzeke civakî. Ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, vê yekê di jinan de enerjiyeke şoreşgeriyê ya xurt derxist holê. Di her 8’ê Adarê de daxwaza jinan a ji bo azadî û demokrasiyê hîn zêdetir pêş dikeve. Di roja me de bûne hêzeke şoreşgeriyê ya kûreyî ku her roj têdikoşe. Êdî nakokiya zayendî, bûye nakokiya civakî ya herî berfireh û kûr.”
 
Jin wê pêşengtiyê bikin
 
Di daxuyaniya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin: “Rêber Apo di sala 1998’an de îdeolojiya rizgariyê ya jinê derxist holê, bi vê yekê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de pêşketinek çêbû. Ev bilindbûna di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de demek kurt li hemû cîhanê lez da pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinê. Têkoşîna azadiyê ya jinê gihişt bingehekî îdeolojîk-teorîk û veguherî hêzeke xurt. Têkoşîna azadiyê ya jinê bi vê asta îdeolojîk û teorîk her roj wê hîn zêdetir pêş bikeve û teqez wê hemû mirovahiyê bigihîne jiyana azad û demokratîk.
 
Îro hêzên azadiyê yên jinan li hemû cîhanê têkoşîna yekgirtî bilind dikin. Bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê re bûye pêkhateya herî xurt a têkoşîna komunalîst enternasyonal. Jin wê bi vê enerjiya şoreşgeriyê di pêkhatina sosyalîzma civakî ya demokratîk de bi rola pêşengtiyê rabin.
 
Jin di van rojên wiha de ku modernîteya kapîtalîst di hemû mirovahiyê de tarîtî ava kiriye, bûye hêviya hemû mirovahiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinê hêzeke şoreşgeriyê ye ku wê her cure tarîtiyê ronî bike. Rûyê ronahiyê yê mirovahiyê ye. Di pêvajoyeke welê de ku hêzên muxalîf ên sîstema modernîst a kapîtalîst a desthilatdariya mêr digot min bêdeng û bêbandor kir, têkoşîna azadiyê ya jinê li dijî sîstema desthilatdariya mêr bûye pêşengê têkoşînê.
 
Me di serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ û serhildana keziyên porên jinan de dît ku têkoşîna azadiyê ya jinê çiqasê bi bandor e. Evane demek kurt veguherîn têkoşînên ku hemû jinên cîhanê xwedî lê derketin. Li Şîliyê sala 2019’an di protestoya bi dansê ya jinan de jî nava demek kurt li her devera cîhanê xwedî lê hate derketin.
 
Li her devera cîhanê tundiya li hemberî jinê zêde bûye. Sedemê vê ew e ku tirsa sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê, çêdibe. Êrîşa li hemberî jinan, helwesta sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê di şexsê kesan de nîşan dide. Lewma ji bo tunekirina zextên li ser jinan, divê li dijî sîstema desthilatdariya mêr têkoşîn were meşandin.
 
Şerê cîhanê yê 3’yemîn diqewime ku navenda wê li Rojhilata Navîn e. Wisa ku şer bi hincetan tê rewakirin û normalîzekirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst civakê û xwezayê tune dike. Çavkaniya her cure tundiyê, desthilatdariya li ser jinê û tundiya li hemberî jinê ye. Kok û çavkaniya şer, desthilatdariya mêr e. Her cure zor û tundî ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêr ve tê avakirin. Heya ku desthilatdarî û zexta li ser jinan neyê tunekirin, şer bi dawî nabin. Lewma ji bo bi dawîbûna şer, divê têkoşîna azadiyê ya jinê were pêşxistin. Yên ku şer naxwazin, divê di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih bigirin. Ji ber ku çavkaniya şer sîstema desthilatdariya mêr e, jin her tim li dijî şer rabûne û bûne parêzvanên aştiyê. Yek ji asta girîng a bernameya têkoşîna azadiyê ya jinê jî ev e.
 
Mêr jî koleyên desthilatdariya mêr in
 
Mêr jî koleyên sîstema desthilatdariya mêr in. Yê ku mêran qirêj dike û di mijara exlaq û wijdanê de dike pirsgirêk, sîstema desthilatdariya mêr e. Lewma ji bo hemû mêr xwe ji qirêjê paqij bikin û ji koletiyê rizgar bikin, divê di xwe de guhertina zihniyetê çêbikin û di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih bigirin. Heta ku di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih negirin, ne dibin sosyalîst ne jî dibin demokrat. Ji bo bi serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, divê têkoşîna azadiyê ya jinê were pêşxistin, ev yek pir girîng e. Ji ber ku daxwaza azadiyê û zanebûna demokrasiyê bi xeta azadiyê ya jinê kûr dibe. Ev jî wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ji her alî ve xurt bike û bigihîne serketinê.
 
Rêber Apo kedeke bêhempa di ber têkoşîna azadiya jinê de da û di têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr de jî rolek girîng lîst. Li ser vê bingehê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku dê têkoşîna azadiya jinê xurtir bike, da destpêkirin. Armanc ji civaka aştî û demokratîk ew e ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jiyaneke azad û demokratîk avakirine. Têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve jinan eleqedar dike. Dema ev pêvajo mîna ku hatî armanckirin bi pêş ve biçe, gelê me, tevahiya gelan û bi taybetî jî jin dê bi ser bikev in. Ji ber vê yekê divê jin pêşengiya têkoşîna aştî û civaka demokratîk ku ji hêla kedkarê têkoşîna azadiya jinê ve hatî dest pê kirin, bikin.
 
Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê Rêber Apo bikaribe bi rengekî azad bijî û bixebite. Li ser vê bingehê divê jin ji bo azadiya Rêber Apo pêşengiya têkoşînê bikin. Yek ji armancên herî girîng a 8’ê Adarê divê azadiya Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê bibe wesîleya pêvajoyeke nû ku têkoşîna azadiya jinan ne tenê li Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê bide destpêkirin. Em bawer dikin ku 8’ê Adara îsal dê azadiya Rêber Apo hê nêzîktir bike. Li ser vê bingehê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û bi coş têkoşîna jinan a ji bo azadkirina hemû mirovahiyê silav dikin.”