Laura Castel: Divê gelê Kurd qedera xwe bixwe tayîn bike
- 09:03 2 Sibat 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE- Endama KE’yê Laura Castel got: “Divê bang li hikûmeta Sûriyeyê bikin ku di destura bingehîn ya pêşerojê de mafê tayînkirina qedera xwe ji bo Kurdan bê nasîn. Hemû gel xwedî vî mafî ne. Di Şerta Neteweyên Yekbûyî de jî ev maf tê nasîn.”
Endama Meclîsa Nûnerên Ispanyayê Senatora Katalan û endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laura Castel der barê rewşa Rojava û Kobanê de axivî.
‘Ev pirsgirêka sînor nîne ev pirsgirêka global e’
Laura Castel da zanîn ku êrîşên li hember modala Rojava û dagirkirina Kobanê hîna didome û got ev rewşeke ji xetên sînor wêdetir e û wiha domand: “Li gorî min ev stratejiya mîlîs û hikûmeta Tirk e. Ji ber piştgiriya çek û balafirên bê mirov didin mîlîs û hikûmeta demkî. Bi çekên hikûmeta Tirk dide bombebaranê dikin. Ji ber vê jî teqez ez stratejiyeke, ne pirsgirêka sînor e. Ev pirsgirêkek global e. Bêguman ji pirsgirêkeke herêmî zêdetir e. Wek pirsgirêkêk herêmî be jî welatên navneteweyî jî eleqeder dike. Ev rewşek dîrokî ye. Ev girêdayê rewşa Xeza, Îran û her tiştî ye. Li gorî min hemû girêdayî hev in.”
‘Divê gelê Kurd azad bibe’
Laura Castel diyar kir ku dema Kurd dibin mijara gotinên civaka navneteyî û saziyên Ewropayê, gotina mafê mirovan vediguhere rejîma îstîsnayî û wiha bi lêv kir: “Nizanin ku kurd, jinên Kurd, tevgera Kurd çiqas xurt e. Ji ber vê ye ku hewcedarî heye civaka navneteweyî di mijara azadkirina gelê Kurd, siyaseta gelê Kurd de bê agahdarkirin.”
‘Yekane aliyê têdikoşe jinên Kurdi n’
Laura Castel destnîşan kir ku hebûna vê nêzîkatiya pêşketî, siyaseta pêşketî li Rojhilata Navîn, li Afganîstan, Îranê pêwist e û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê ev ferz e û divê civaka global di vê mijarê de zêdetir xwedî agahî be. Ji ber ku her kes Trump, Groland û Ukraynayê dibîne. Lê gelê Kurd tenê hat hiştin û girtiyên DAIŞ’ê hatin berdan. Ev bi êşe û sadîstî ye. Yekane aliyê têdikoşe gelê Kurd, jinên Kurd in. Bi pêşengiya jinên Kurd ev berxwedan tê dayîn.”
‘Trump pergala navneteweyî xera dike’
Laura Castel di berdewamiya axaftina xwe de got DYA û hêzên navneteweyî Rojava tenê hiştiye û wiha anî ziman: “Ev pirsgirêkek mezin e. Lê ya mirovan diêşîne Von Del Rey bi El Şara re li hev dike û ji bo mîlîsan 620 mîlyon avro dide. Li gorî tê dîtin ev pere daye hikûmetê jî. Mîlîs sadîstin. Ji ber vê jî ev pirsgirêkek mezin e û bandor li asta navneteweyî û her derê dike. Ji ber her kes dizane ku Trump, Maduro revand û pergala navneteweyî xera kiriye. Grolandê tehdîd dike, pergala navneteweyî tehdîd dike. Lê li gorî min Sûriye ji bo xerakirina pergala navneteweyî ye.”
‘Divê di destura bingehîn de banga tayînkirina maf bê kirin’
Laura Castel anîn ziman ku ev projeya Rojhilata Navîn demek dirêje tê plankirin û ev nirxandin kir: “Li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk hat destpêkirin. Li gorî min pêvajoya aştiyê saboteje. Li gorî min boykotkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê demek dirêje hatiye plankirin û stratejiyek e. Divê konseya Ewropayê, rêxistinên maf, banga lêpirsîneke navneteweyî bike û her wiha bang li hikûmeta Sûriyeyê jî bike ku destureke bingehîn ya ku Kurd qedera xwe bi xwe tayîn dike ava bike.” Hemû gel xwedfî mafin ku qedera xwe bi xwe tayîn bikin. Min bi Kurdan, parêzer, rojnamegerên Kurd re civî kir. Em dixwazin divê mijarê de hişmendiyê biafirînin. Em dengê xwe bilind dikin û dixwazin vê mijarê biaxivin. Ez ê her tim bi têkoşîna Kurd re di piştevaniyê de bim.”







