Di çarçoveya Roja Piştevaniya Rojava de hevdîtinên gel

  • 21:03 1 Sibat 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên ku li bajarên Freiburg û Mannheim ên Almanyayê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê hatin lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava û parastina destkeftiyên gelê Kurd, hatin nîqaşkirin.
 
Li bajarê Freiburg ê Almanyayê, di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de civîna gel hate lidarxistin. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
Di civînê de hat diyarkirin ku seferberiya ku tê meşandin xwe dispêre hêza cewherî ya gel û got ku wê pêvajo bi gel re were meşandin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybet ta DYA’yê li dijî êrîşên li ser Rojava rexne kir.
 
Di nirxandinên civînê de hate destnîşankirin ku dewlet di vê pêvajoyê de baweriyê nadin û hate destnîşankirin ku parastina destkeftiyên Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Axaftvanan îşaret bi girîngiya derketina li qadan, pêşxistina xebatên dîplomatîk û berdewamkirina têkoşîna parastina Rojava, kirin.
 
Mannheim
 
Di heman rojê de, li bajarê Mannheimê jî panelek bi rojeva Rojhilata Navîn û Rojava hat lidarxistin. Panel bi deqîqeyek rêzgirtinê despê kir. Doktor Dersim Dagdeviren, Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYD’ê ya Elmanyayê Xalid Derwêş û nûnerê Die Linke Alexander Glasner-Hummel tevlî panelê bûn.
 
Dersim Dagdeviren, îşaret bi hewldanên aştiyê ya berê li ser çareseriya pirsgirêka Kurd kir û diyar kir ku agirbest di asteke mezin de yek alî dimînin û pêvajo bi destwerdanên cuda tê rawestandin.
 
Nûnerê PYD’ê Xalid Derwêş jî diyar kir ku mayîndebûna destkeftiyên li Rojava, girêdayî pêkanîna aştiyê û berpirsyarî girtina aktorên navneteweyî ye. Derwêş destnîşan kir ku gelê Rojava ne çek, jiyaneke li ser bingeha perwerde, demokrasî û wekheviyê dixwaze. Her wiha bal kişand ser îradeya jiyana hevpar a gelên cuda, Kurd, Ereb, Suryanî û Êzidiyan.
 
Nûnerê Die Linke Alexander Glasner-Hummel jî diyar kir ku tevgera Kurd nêzî 40 sal in li Almanyayê rastî zext û krîmînalîzasyonê tê.
 
Glasner-Hummel diyar kir ku ji beriya qedexeya PKK’ê û vir ve, azadiya penaberî, derbirîn, çapemenî û rêxistinbûnê di astekî cidî de hatiye binpêkirin û bang ku kir ev pêvajo ji aliyê dîroknas û zanyarên civakî yên serbixwe ve bi awayekî berfireh were lêkolînkirin û arşîvên dewletê werin vekirin.
 
Panel piştî beşa pirs-bersiv bi dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.