Malbata Gulistan Dokû: Ev cinayet e
- 11:20 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku şeş sal di ser windabûna Gulistan Dokû re derbas bûne jî, di dozê de ti pêşveçûnek berbiçav çênebûye. Malbatê di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hatiye weşandin, bûyer wekî "kuştin û veşartin" bi nav kir û daxwaz kir ku kesên berpirsiyar werin darizandin.
Gulistan Dokû, xwendekara sala duyemîn a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Munzurê, di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê winda bû. Di çarçoveya lêpirsîna berdewam de, gelek lêgerîn li gola bendavê hatine kirin; lêbelê, ti delîlên berbiçav ên derbarê Gulistan Dokû de nehatine dîtin.
Malbat û rêxistinên jinan daxwaza xwe ya edaletê berdewam kirin, diyar kirin ku lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin, delîlên têrker nehatine berhevkirin û ji destpêka pêvajoyê ve zincîreyek îhmalkariyê heye. Tevî salên ku derbas bûne jî, çarenûsa Gulistan Dokû hîn ne diyar e.
Malbata Gulistan Dokû li ser hesabê X'ê ev parve kir:
"Gulistan, wan çi bi te û me kirine? Ev çi hovîtî ye, çi kuştin e, çi veşartin e? Heta şeytan jî vê yekê nafikire. Hemû zebaniyên di binê dojehê de bi serê keça me û me de hatine. Ax Gulistan... Em rêzê li hewildanên Serdozgerê me yê niha û tîma wî digirin û em li bendê ne ku ew bi tevahî vê bûyerê zelal bike. Ev hovîtî di dîroka cîhanê de mînakek wê tune ye, ji ber ku ew jî vê dizanin. Êdî sebra me nemaye, êdî hêza me tune ku em tehemûl bikin. Kujer, hîn jî azad in. Heta heywanê herî hov jî vê yekê bi nêçîra xwe nake. Bersiva pirsa keça me li ku ye, walîyê wê demê Tuncay Sonel e. Ew e ku şeş salan ev hovîtî li me ferz kir û ew hîn jî azad e. Jiyana endamên malbata me di xetereyê de ye. Doz di qonaxek pir krîtîk de ye. Ger tiştek bi serê me were, Tuncay Sonel berpirsiyar e."







