YE’yê piştgirî da lihevkirina li Sûriyeyê

  • 12:03 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YE’yê piştgirî da peymana di navbera HSD û rêveberiya demkî de û bang kir ku rê were dayin ku alîkarî bigihijin herêmê, sivîl bên parastin û pêşî li vegera DAIŞ’ê were girtin. 
 
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Anouar El Anouni têkildarî peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê peyamek weşand.
 
El Anouar, got: “Yekitiya Ewropayê peymana ji bo bidawîkirina çalakiyên dijminane, gihiştina alîkariya mirovî, parastina sivîlan û avakirina şert û mercan a ji bo vegera koçberan, pir girîng dibîne.”
 
Anouar El Anouni diyar kir ku divê hemû alî girêdayî peymanê bimînin û got ku kêmkirina tengasiyan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê, gaveke girîng e.
 
Anouar El Anouni bang kir ku ji bo ewlehiya kampan û navendên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin û ji bo astengkirina vegera DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî, divê xebatên cidî bên meşandin.