ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 28 Çile 2026
  • Rojev
 
*Berdevka çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn geşedanên dawî yên li Îran û Rojhilat nirxand û got komkujiya hatiye jiyîn ji texmînan zêdetir e û got: “Dewlet li hinek mirovan digere û dibêje ‘hûn pere neynin em cenazeyê we nadin’. Li gorî agahiyên me girtine di du şevan de li her bajarekî ji 2 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin. Tê gotin ku ji ser 50 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin." DÎMEN HEYE 
 
* Çîgdem Goksoy da zanîn ku li Rojava gelan jiyana hevpar ava kirine û got: “Jin û zarok hedef tên girtin. Çete ne tenê pirgirêka herêmê ya cîhanê ye.” BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku li Rojava gelek hevdîtin li dar xist, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava berdewama komploya navneteweyî ye û got: "Cara yekem bi yek dengî bûn yek û divê Kongreya Neteweyî ya Kurd bê avakirin." BI DÎMEN 
 
*Kordînatora Meşa Jinan a Cîhanê ya Tirkiyeyê Îrem Bagci Çalişkan da zanîn ku DAIŞ çibe HTŞ jî ew e û li dijî vê balkişand ser xeta têkoşîna jinan a yekbûyî, enternasyonal a li dijî xetereya ji bo jin û gelên cîhanê. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA'yê Gulbahar Alpsoy diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava di bin êrîşê de ye û got, "Pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civakeke demokratîk pêşniyareke çareseriyê ye. Sedema bingehîn a şerê ku niha li Sûriyeyê tê meşandin, negihîştina vê modela çareseriyê ye." BI DÎMEN 
 
*Şoreşgera Enternasyonalîst Dîana Montseny diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Rojava, Katalonya piştgiriyê bide û wiha got: “Jinên Kurd ji bo me hemûyan têkoşîn da. Niha dora me ye.” BI DÎMEN 
 
*Bahar a ji Rojhilate û ji bo piştgiriya berxwedana li Nisêbînê ku li ser sînorê Qamiloyê ye bike hatiye, bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û got, “Eger gelê Kurd bibe yek, dê tu kesek nikaribe tiştek bi me bike.” BI DÎMEN