Bi hezaran kes li Wêranşarê ji bo Rojava meşiyan

  • 15:11 21 Çile 2026
  • Rojane
RIHA - Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk ji 7 salî heta 70'ê salî, bi hezaran welatî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava meş li dar xistin.
 
Li ser banga Platforma Saziyên Demomratîk li dijî êrişên çeteyên HTŞ'ê, SMO û Tirkiyeyê yên ser herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê li navçeya Wêranşar a Rihayê meş hat lidarxistin. Endam û nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên demokratîk û ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî tevli meşê bûn. Girseya li ser rêya Amedê ya navçeya Wêranşarê kom bû, heta Kolana Olakê meşiyan. Di meşe de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” û “Rojava Xeta me ya Sor e” hat vêkirin.
 
Bi hezaran kes di meşe de bênavber dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana HSD'ê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha girsê, dovîzên Fermandar, şervan û pakrewanên HSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê rakirin. Girsê li Kolana Olakê daxuyanî da. Daxuyaniyê ji bo pakrewanên di berxwedana Rojavayê de jiyana xwe ji dest danê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
Di serî de Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu destnîşan kir ku bermahiyên DAIŞê bi piştgiriya hezên navneteweyî dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojavayê ji holê rakin û wiha got: “Gelê Kurd li dijî êrişan li ser pêyan e. Sibê jî em ê li navçeya Pirsûsê bimeşin ser sînor. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin piştgiriya Rojava bikin.”
 
‘Rojava xeta me ya sor e’
 
Piştrê jî Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan jî destnîşan kir ku ew ê destkêftiyên Şoresa Rojavayê biparêzin û ev tişt gotin: “Li Wêranşarê bi hezaran kes li dijî êrişên çeteyan dibêjin ‘Bijî berxwedana Rojava.’ Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û xwest pêşî li komkujiyan bigirê. Ev êriş li dijî bangê û pêvajoyê darbe ne. Weke 15ê Sibatê li dijî birêz Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat, niha jî heman komplo pêk te. Gelê Kurd dê bi têkoşîna xwe armanca vê komployê jî têk bibe. Rojava xeta me ya sor e.”
 
‘Planeke mezin li ser Kurdan tê meşandin’
 
Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan jî bi lêv kir ku plansaziyeke mezin li ser gelê Kurd tê meşandin û ev tişt gotin: “Dixwazin hemû bajarên Kurdan bikin Xazê. Divê li dijî vê yekê em bi neteweyî û şoreşgerî tevbigerin. Divê çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat em rola xwe bilîzin. Em ê vî şerî bi hev re rawestînin. Yên dibêjin bila aramî ji Kurdan re tune be, dê aramî ji wan re jî nabe. Serokatî gelek caran heşyar kir. Got ‘Dixwazin bajarên Kurdan bikin Xazê’. Ji bo wê pêvajo dest pê kir û ji bo van aloziyan rawestîne xebatên wî didomin. Em ê jî li ber xwe bidin.”