Hunermendên NÇM'ê: Bêdengî, hevkariya vî sûcî ye
- 13:05 21 Çile 2026
- Rojane
STENBOL - Hunermendên li Stenbolê destnîşan kirin ku gelê Kurd niha di nav agirekî de ye û wiha gotin: “Dem dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye.”
Li dijî êrişên ser Rojava yên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê gelek derdorên cûda bertekên xwe tînin ziman. Li Stenbolê bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya NÇMê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Tevî endam û rêveberên NÇM'ê, gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniyê endama NÇMê Mizgîn Duruk xwend.
Mizgîn Duruk diyar kir ku di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn geşedanên girîng diqewimin de, HTŞ Rojava kir hedef, “Enfal” îlan kir û got: “Dema em van hevokan saz dikin; yên jiyanê diparêzin hîn di nav rewşek giran de ne û li ser pêyan in. Yên ku serkeftina Kobanê nikarîbûn qebûl bikin, careke din li derketin ser dikê. Gelê Kurd di nav agirekî de ye ku destkeftiyên xwe bi berdela canê xwe diparêze. Bermahiyên DAIŞê, bi nûnerên xwe yên bi kravat û çeteyên xwe yên li kolanan bi xwînê ve xwe xwedî dikin. Her çend bixwazin bi rêya medyayê; raya giştî ya cîhanê bixapînin jî, tişta ku diqewime, pratîka komkujiyê ye. Bêdengî, hevkariya vî sûcî ye.”
Mizgîn Duruk anî ziman ku gelên li Rojava dixwazin ser axa xwe jiyaneke ku di bingeha wê de azadî, demokrasî û aştî hebe bijîn, niha ev jiyan di bin dorpêçeke giran de ye û wiha axivî: “Ne tenê Kurd, hemû gelên li Sûriyeyê dijîn di bin metirsiyê de ne. Rê eşkere ye; an dê li kêleka berxwedêran cih bê girtin, an jî li kêleka çeteyên HTŞê were sekinandin. Em gihîştine wê astê ku hevokên dirêj bêwate dimînin. Niha rêhevalê aqil ê herî bi qîmet hest e. Dem dema tevgereke kolektîf û parastina bi wêrekî ye.”
Mizgîn Duruk bang li dostên xwe yên hunermend û li hemû raya giştî ya demokratîk kir û wiha got: “Werin em deng bidin dengê Rojava. Em li dijî vê hovîtiya ku bûye belaya serê mirovahiyê rabin; bila wêrekiya me bibe ders ji bo şerxwazan. Hêviya aştiyê li ber çavên me tê gulebarankirin. Parastina jiyanê berpirsiyariya me hemûyan e. Em bawer dikin ku banga me dê di nav hemû dostên me de deng vede. Rojava kelaka şoreşê ya jinan e.”







