Sebahat Tuncel: Divê li dijî polîtîkayên şer jin pêşengiyê bikin
- 09:05 21 Çile 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel da zanîn ku yekitiya gelê Kurd bi polîtîkayên dewletparêz û empeyarlîst hedef tê girtin û got li dijî van êrîşan yekitiya netweyî bi têkoşîna hepvar a jinan wê bê avakirin.
Şerê li Rojhilata Navîn her diçe giran dibe, polîtîkayên zextê yên li her çar parçeyên Kurdistanê û faşîzma li Tirkiyeyê yekitiya gelê Kurd ferz dibe. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku Kurd ji berê de hedef tên girtin û got ya vê tabloyê biguherîne têkoşîna rêxistikirî ya jinan e.
‘Kurd li hember Kurdan bi karanîn’
Sebahat Tuncel li ser girîngiya yekitiya Kurdan sekinî û wiha anî ziman: “Yekitiya Kurdan hertim yek ji mijara girîng a Kurdan bû. Di dîrokê de kengê yekitî hebû serkeftin jî dihat lê sedema windakirinê neyekitiya navbera Kurdan bû. Di vê mijarê de tecrubeyên erênî û neyînî hene. Di vî alî de ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan du rojevên esas hene.Dewletên serdest pevçûna navbera Kurdan de bi kar anîne. Yanî Kurd li hember Kurdan bikaranîne. Mînak Tirkiye bi PDK’ê re têkiliyên baş dimeşîne lê tevgera azadiya Kurd her tim wek dijmin dinirxîne. Bi PDK’ê re hewl dide tevgera azadiya Kurd sînro bike bike bin zextan. Ev pirsgirêkek cidiye. Tenê bi belavkirina yekitiya Kurdan sînor namînin. Êrîşê destkeftiyên Kurdan dikin. Li her çar alî êrîşê destkeftiyên Kurdan tên kirin Ji ber vê jî ferzeke ku Kurd bi he vre tevbigerin.”
‘Wek TJA îdiaya me ya jiyanek demokratîk, azadîxwaz heye’
Sebahat Tuncel balkişand ser pêşengiya TJA’yê ya di pêvajoya yekitiya gelê Kurd de û ev tişt anî ziman: “Hem wek TJA hem wek tevgera azadiya Kurd îdiayek me ya avakirina jiyaneke demokratîk, azadixwaz û sosyalîst heye. Ji bo vê îdiayê jî di her mijarê de hewl dide yekitiyê ava bike. Ji destpêkê heta niha siyasetek ku hem piştevaniya jinan hem jî ya yekitiya jinên Kurd esas digirt dimeşan. Me konferans, kampanya û xebat meşandin. Herî dawî l ili Amedê konferansek pêk hat. Beriya vê Konfernasa Rojhilata Navîn pêk hat. Wek TJA ji bo azadiya gelan bikeve bin ewlehiyê her cureyê têkoşînê hat meşandin. Lê piştevanî têgehek têr nîne. Ji ber vê jî têkoşînek hepar a piştevandiyê dibezîne pêwiste. Li her çar alî Kurdistanê hewce bi xeteke têkoşînê ya hepvar heye.Ji bo vê ked û hewldanek mezin heye. Em xebatên xwe di xetereke ku têkoşîna hepvar esas digire de dimeşînin.”
‘Hewce bi tevgerek xurt a aştiyê heye’
Sebahat Tuncel diyar kir ku piştî pêvajoya 2015’an şûnde rejîma zext û faşîzmê badnor li têkoşîna azadiya jinan jî kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hem têkoşîna femînîst hem ya jinên sosyalî, ya Kurd teng kiriye. Lê dîsa jî ya rêxistinkirî Tevgera Jinên Azad e. Ev salek û nîve ji bo ev tengezarî bê rakirin em xebatan dimeşînin. Me bi tevgerên jinên Tirkiyeyê re ev xebat meşandin. Însiyatîfa Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye li ser van nîqaşan teşe bû.Di encamê de ji bo tevgereke jinan a xurt bê birêvebirin hewce bi tevgereke aştiyê ya xurt heye.”
‘Banga Birêz Ocalan hêvî afirand’
Sebat Tuncel li ser têkiliya navbera yekitiya gelê Kurd û pespektîfa çarserî û aştiyê de jî axivî. Sebahat Tuncel ev nirandin kir: “Ev pêvajo saleke didome û tevî desthilatdariyê gavek şênber navêt jî bi civakê re hêvî afirî. Pêvajoya ku Birêz Ocalan da destpêkirin hêvî bixwe re anî. Bi banga Bahçelî re ev hat destpêkirin û Birêz ocalan jî bi paradîgmayê bersiv da. Mijar ne tenê li ser feshkirina PKK’ê li ser avakirina jiyanek demokratîk bû. Vê jî rojevek nû afirand. Ne tenê di alî tevgera siyasî ya Kurd de ji aliyê hemû esas hat girtin. Ev girîng bû. Ev pêvajo li ser azadiya jinê teşe dibe. Ev girînge. Di pêvajoyeke ku şer û pevçûn hene em hewl didin aştiyê bixivin. Bi qasî Kurd diaxivin aliyê din naxivin.Li aliyekî ku jiyaneke demokratîk tê nîqaşkirin de em bi rîskan re tên rû hev. Wek tevgera jinên Kurd ji bo têkoşîna maf a gelê Kurd bikeve bin ewlehiyê hewcedariya me bi avakirina xeteke têkoşînê a rêxistinkirî heye. Yekitiya gelê Kurd bi polîtîkayên dewletparêz û empeyarlîst hedef tên girtin û li dijî van êrîşan yekitiya netweyî bi têkoşîna hepvar jinan wê bê avakirin.”







