'Li Kobanê yekitî bi ser ket em ê bi heman ruhî li ber xwe bidin'
- 09:02 21 Çile 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Dayikên Aştiyê bertek nîşanê êrîşên HTŞ’ê dan û balkişandin ser girîngiya yekitiyê û gotin: “Li Kurdanê yekitiya Kurdan serkeftin anî. Em ê bi vî rihî bi ser kevin û li ber xwe bidin.”
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û rêveberiya xweser jî seferberiya berxwedanê da destpêkirin. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û dostên Kurdan daketin kolanan û bertek nîşanê êrîşan dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Dayikênaştiyê jî diyar kirin ku wê bi Rojava re di piştevaniyê de bin.
Dayika aştiyê Sultan Bozkurt da zanîn ku ew êrîşên li hember Kurdan qebûl nakin û wiha vegot: “Tu aliyê mirovahî û ahlaqî yê êrîşan tune ye. Dewlet ji Kurdan çi dixwazibn?Çima li hember Kurdan şer didin destpêkirin, çima Kurdan qetil dikin? Çima cîhan bêdenge? Ez dema van dibînim qehr dikim. Divê tu kes bêdeng nemîne. Dibêjin em muslimanin û muslimanan qetil dikin. Dibêjin ‘Alahuekber’ jin û zarokan qetil dikin. Ev êrîş nayên qebûlkirin. Bila demildest dawî li vê komkujiyê bînin.”
‘Yekitî mifteya aştiyê ye’
Sultan Bozkurt balkişand ser yekitiya Kurdan û daxuyakirin ku di vê demê de yekitî gelek girîng e û ev tişt anî ziman: “Bi sedsalan e li hember Kurdan êrîş pêk tên. Kurdan qetil dikin. Bi salane ev pratîka qetilkirinê neguherî. Êrîş li Iraq, Îran û Sûriyeyê didomin. Ev êrîş li hember îradeya gelê Kurdin. Lê ger ku Kurd bibin yek wê serkeftin bê. Divê ewil Kurd bibin yek. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila bibin yek. Yekitî tune be serkeftin jî tune ye. Kurdan bi yekitiyê li Kobanê biser xist. Em dikarin bi heman rihî bi ser kevin. Em ê bi heman rihê li ber xwe bidin.”
‘Baweriya me bi hêza me heye’
Feleknaz Karabaş jî wiha anî ziman: “Em ji bo aştiyê çûn Enqereyê. Me li dijî şerê Rojava meş pêk anÎ. Polîsan hewl dan me asteng bikin. Lê tevî vê me meşa xwe pêk anî. Em ji bo jin û zarokên tên qetilkirin li qadane. Tu kes ne dostê Kurdane. Kurd dostên xwe ne. Baweriya me bixwe û hêza xwe heye. Ji bo yekitiyê divê em dest bidin hev.”







