Seferberiya li Başûr mezin dibe

  • 13:51 20 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kesên li bajarê Raperînê yê başûrê Kurdistanê hatin gel hev, di çarçoveya ruhê seferberiyê de biryar dan ku biçin rojavayê Kurdistanê. 
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişên HTŞ û komên paramîlîter, banga seferberiya giştî kir. Li ser bangê, gelê Kurd û dostên wan li gelek navendan daketin qadan. Ji şevê din heta niha li gelek bajarên Herêma Kurdistanê welatî li qadan e û berê xwe didin rojavayê Kurdistanê. Piştî Silêmanî û Kerkûkê, li Raperînê jî bi sedan kesan biryar dan ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. 
 
Girseya ku kom bû ragihand ku dê saet di 14.00’ê de ji Ranyayê bi rê keve. Organîzatorên çalakiyê gotin ku dê bi konvoyeke mezin derbasî Rojava bibin û di eniyên berxwedanê de cih bigirin. 
  
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî gelê Kurd dakete kolanan û çalakî li dar xist. Gelê navçeyê berxwedana Rojava silav kir û dirûşma “Dixwaze li Başûr dixwaze li Bakur Rojava xeta me ya sor e” berz kir. 
 
Her wiha welatiyan banga tevlibûna seferberiyê li tevahiya gelê Başûr kir.