Nisêbîn ber bi sînor ve dimeşe
- 13:51 20 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê welatî ji bo ku bi Rojava re hevkariyê bikin ber bi deriyê sînor ve dimeşin.
Li navçeya Mêrdînê ya Nisêbînê welatî piştî êrîşên li ser Rojava bi meşa ber bi sînor ve lidar dixin êrîşan şermezar dikin. Girseya ku di nav de herî zêde jin di nav de ne bi dirûşman peyama hevkariyê ji Rojava re radigihînin.
Welatiyên ku hatin gel hev, dirûşmên "Bijî berxwedana Gelê Kurd", "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî berxwedana Rojava" dest bi meşê irin. Jinan jî bi tilîliyên xwe de rêza herî pêş a meşê de cihê xwe girtin.







