‘Mekanîzmayên mafê mirovan li Îmraliyê têk çûn’
- 09:04 19 Çile 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Seroka EUTCC Karîane Westrheîm diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ne tenê ezmûna Tirkiyeyê ye, ezmûna mafê mirovan a Konseya Ewropayê, DMME, CTP, NY û YE’ê ye û got:"Mekanîzmayên pêk nayê û bêdengî tecrîd rewa kiriye.”
Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkaya tecrîdê 27 sal in didome û tevî evqas sal pratîka dewletê didome. Tecrîda di hiqûqa navneteweyî de wek ‘îşkence û pêkanîna dijmirovahî’ de tê nirxandin, ne tenê pêkanînek girtîgehê di heman demê de neçareseriya pirsgirêka Kurd jî giran dike.
Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û akademîsyen Karaîne Westrheîm der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
‘Tecrîd îşkence û binpêkirina mafê jiyanê ye’
Karîane Westrheîm balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rejîma tecrîdê 27 sal in li Îmraliyê pêk tê. Ev di alî standardên mafê mirovan de sûcê giran e. Ji aliyê pispor û lêkolîneran tê qebûlkirin ku tecrîd îşkence ye û binpêkirina mafê mirovan e. Tê zanîn ku ev pêkanîn bandorek mezin li ser girtiyan dike. Xalên 3,5, 6 û 8 yên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê li dijî van pêkanînan ewlehiyan datîne holê. Lê mixabin Tirkiye vê pêk nayne. DMME di vê nokteyê de girîng e. Hatiye destnîşankirin ku divê di şertên girtîgehan de li dijî rûmeta mirovahiyê rêzdarî hebe û di çavçoveya ‘mafê hêviyê’ de jî derfeta tahliyeyê dide girtiyê muebetê. Ev di sala 3’yemîn a PMME’ê de hatiye vegotin. CPT jî bi dehan carî rejîma Îmraliyê rexne kiriye. Lê tevî vê li Îmraliyê başbûnek şênber pêk nehatiye. Dema ev hemû li ber çavan bên girtin li holê binpêkirineke hiqûqî ya mafê mirovan a navneteweyî mijara gotinê ye. Ev rewş bi salan e tevî çalakî û protestoyan didome.”
Karîane Westrheîm daxuyakirin ku azadiya Abdullah Ocalan ne mijareke şexsî ye û di alî aştî û demokratîkbûnê de gelek girîng e û got: “Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê wek mijarek hiqûqî neyê destgirtin. Wateya wê ya siyasî, aştî û sembolîk heye. Abdullah Ocalan muxatabê esas ê pêvajoya aştiyê ye. Bandora wî ji hebûna şexsî wêdetir, lîder û nûnerekî siyasî yê muzakereyê tê dîtin.”
‘Azadiya Ocalan qonaxek krîtîk e’
Karîane Westrheîm daxuyakirin ku azadiya Abdullah Ocalan qonaxek krîtîk e û wiha domand: “Lê ev nayê wateya ku aştî girêdayê kesekî ye. Tecrîda didome tê wateya çewisandina aştiyê, înkarkirina Kurdan. Ji ber vê jî azadiya Abdullah Ocalan divê ji bo demokraktîbûnê ji bo naskirina mafên kolektîf ên Kurdan bê nasîn.”
‘Ev gav dikare pêşiya kanalên diyaloga siyasî vebike’
Karîane Westrheîm diyar kir ku bidawîkirina tecrîdê û naskirina mafê azadiyê di çareseriya pirsgirêka Kurdan de wê bandorek mezin biafirîne û wiha dirêjî dayê: “Ev gav dikare pêşiya kanalên diyaloga siyasî vebike. Dikare dînamîkên pevçûnan dijwar dike qels bike û pêşiya muzakereyên cuda vebike. Pêşketineke wisa dikare ji nûve baweriyê tesîs bike, tundiyê kêm bike û dikare ji mafên siyasî û çandî, ziman, demokrasiyê û ji wekheviya destûra bingehîn re zemînekê ava bike. Di alî demokratîkbûna Tirkiyeyê de wê bibe sînyaleke xurt. Bêguman encamên herêmî jî gelek girîng in. Dikare dîmanîkên pevçûnên li herêmê bi awayekî erênî bandor bike.”
‘Peyman nîşan dide ku divê tu kes ji mafê hêviyê bêpar neyê hiştin’
Karîane Westrheîm destnîşan kir ku têgeha ‘mafê hêviyê’ di hiqûqa navneteweyî de tê nîqaşkirin û wiha berdewam kir: “Mafê hêviyê di alî cezayên girtîgehê yên muebet û giran de, bûye yek ji rêgeza esas a hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî. PMME’ê di xala 3’yemîn de bi aşkera derxistye holê ku cezayên muebeta giran rûmeta mirovahiyê binpê dike û li dijî xala 3’yemîn a peymanê ye. Ev rêgez qebûl dike ku tu kes divê seranserê jiyanê ji mafê hêviyê bêpar neyê hiştin.”
‘Tirkiyeyê paceya aştiyê ji nûve girtiye’
Karîane Westrheîm balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ya ku di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Ez ji dil piştgiriyê didim banga Abdullah Ocalan. Der barê mijarê û naverokê de nêrînên cuda hebin jî, ez di wê baweriyê de me ku yekane riya rastîn a der barê pêşerojê de ye. Ligel vê bangê êrîşên li Sûriyeyê bi taybet li hember Kurdan nakokiyek mezin e. Ev rewş nîşan dide ku perspektîfa aştiyê di krîzek giran de ye. Dema li Tirkiyeyê gava aştiyê hat avêtin Kurdan ev derfet bi hêviyek mezin nirxand. Lê Tirkiyeyê ev pace ji nûve girtiye. Di encamê de dikarim bêjim ku aştî tenê bi deklerasyon an jî bi gavên nîvco nikare pêkan be. Ji bo aştiyê divê ewlehiyên navneteweyî yên şênber îradeyek çalak, mekanîzmayên hesabpirsînê hebin.”
Karîane Westrheîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tawîz an jî wek diyariyekê ye. Ferza exlaqî û hiqûqî ya ji hiqûqa navneteweyî pêk tê ye. Di heman demê de ev gav ji bo avakirina aştiyê, edalet û demokrasiyê ferz e. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ne tenê ezmûna Tirkiyeyê ye, ezmûna mafê mirovan a Konseya Ewropayê, DMME, CTP, NY û YE’ê ye. Mekanîzmayên pêk nayê û bêdengiyê tecrîd rewa kiriye.”








