Mizgîn Ehmed: Banga aştiyê li Rojava hedef tê girtin

  • 09:04 14 Çile 2026
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed da zanîn ku êrîşên HTŞ’ê li dijî statuya Kurdan û pergala civakî ye û got Tirkiye eşîr û koman li hev sor dike, zextan li Şamê dike. Mizgîn Ehmet got Tirkiye wezîrtiya Şamê dike.
 
Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê bi rojane didome. Li herêmê sûcê mirovahiyê tê kirin û li dijî êrîşan li her derê berxwedanek mezin heye.
 
Nûnera PYD'yê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed der barê pêvajoyê de axivî.
 
‘Dewleta Tirk Şamê wek bajarê xwe dibîne’
 
Mizgîn Ehmed diyar kir ku di hemû hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê ya Demkî de, Şamê di gelek nokteyan de gotiye ‘temam’ lê ev pêk neaniye û got: “Ji ber tundiya 4’ê Çileyê komek ji rêveberiya Xweser çû Şamê û hevdîtin kir. Lê tiştek jê derneket. Me dizanibû tiştek dernakeve. Welatên garantor jî gotin ‘hûn nebin berpirs biçin’. Di mutabakata 10’ê Adarê de 8 xal hene. Xala dawî ya leşkerî ye.  Lê mixabin hikûmet her carê xala leşkerî dide pêş. Rêveberiya Şamê ji xwe di destê Tirkiyeyê de ye. Tirkiye Şamê wek bajarê xwe dibîne. Ji ber vê xwe jî xwedî biryar dibîne.”
 
‘QSD yek ziman yek dewlet û yek nasnamebûnê qebûl nake’
 
Mizgîn Ehmet got di hevdîtinên hatine kirin de entegrasyon hatiye nîqaşkirin û ev jî bi demê wê bihata kirin. Mizgîn Ehmet wiha domand: “Tirkiye zextê li Şamê dike. Piştî hevdîtina 4’ê Çileyê de êrîşê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Baskê leşkerî yê QSD’ê dibêje ‘belê em parçeyek Sûriyeyê ne lê em entegrasyonek wek we ya yek ziman yek al û yek dewlet qebûl nakin, pergaleke me heye.’QSD pergalek demokratîk tê nasîn. Êdî gihiştine astek profeseyonel.”
 
Çima Şêxmeqsûd û Eşrefiye?
 
Mizgîn Ehmet bi lêv kir ku QSD û aliyê Kurd ji bo çareseriyê hewl dide û gelê Sûriyeyê ji şerên tên meşandin westiyane. Mizgîn Ehmet der barê tercîhkirina Eşrefiye û Şêxmeqsûdê de jî wiha got: “Cihên ku êrîş dikin ji sedî 80 Kurd in, ji sedî 5 Ermenî, ji sedî 10 ereb û gelên din in. Ya duyemîn jî em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke navendî naxwazin. Her tişt xweser tê rêveberin. Bi mutabakata 1’ê Nîsanê xweserî hatin nasîn. Li herêmên hatine nasîn pergalek hatiye avakirin. Pergalên meclîsê, komun, tenduristî, perwerde, parastin û şaredarî hene.  Mînak pergalek wisa ya Şêxmeqsûd heye. Xwe bixwe rêve dibin. Li Helebê 15 sal in şer heye. Lê pergalek tuneye. Tenê li Şêmeqsûd û Eşrefiyê qada pergalekê hatiye afirandin. Ev pergal bê parastin wê bandor li Helebê jî be.”
 
‘Şamê pergala civakî hedef girt’
 
Mizgin Ehmed wiha dirêjî dayê: “Hikûmeta Şamê dibêje divê her tişt ji navendî bê meşandin. Lê pergala Şêxmeqsûd pergalek navendî nîne, ya civakî ye. Ji ber vê jî ev pergal hedef tê girtin. Şam pergala civakî hedef digire. Ji ser QSD xwedî statu ye ditirsin. Pêvajoa li Tirkiye û Kurdistanê hatiye destpêkirin girêdayê pevajoya Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê ye. Pêvajoya Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin bandor li hemû Kurdistanê kiriye. Zîhniyeta dewletê pêvajoyê dirêj dike û di esasa berjewendiyan de dixwaze Tirkiyeyê xilas bike. Lê armanca Serokatî, tevgera azadî û Rojava aştî û civaka demokratîk e. Em dinêrin ku pêvajoyê wek berê dixwazin bimeşînin.”
 
‘Hêza banga aştî û civaka demokratîk dîtin’
 
Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye hem dibêje ez pêvajoyê dimeşînim hem jî li Rojava berdana çekan dixwaze û got: “Rêber Apo negotiye QSD çekan deyne. Tecrubeya komkujiyên li hember Durzî û gelan li holê ye. Rêber Apo ji bo parastina cewherî rol daye QSD’ê. Lê dewleta Tirk dixwaze QSD’ê ji holê rabike. Ji 27’ê Sibatê heta niha ye bandora manîfestoyê ya li ser Kurdan xwe dide der. Heman demê de bandora xwe li ser nêzîkatiyên dewletan jî nîşan daye. Dewlet dibîne ku bi banga Rêber Apo re yekitiya Kurdan pêş dikeve. Rêber Apo her kes kir berpirsê pêvajoyê. Lê Tirkiye, Sûriye, Îran vê dibîne û li ser vê hesaban dikin. Dixwazin Kurdan parçe bikin. Şêxmeqsûd û Eşrefiye ne tenê qadên şer in, şerê nasnameya hebûna gelê Kurd e.”
 
Mizgîn Ehmed balkişand ser helwesta Ewropayê ya li hember sûcê mirovahiya ku tê kirinê û bi lêv kir ku Ewropa bi banga 27’ê Sibatê re matmayî maye û got: “Ewropa tenê dibêje ‘baş e’. Lê heta niha ji bo pêşketina pêvajoyê piştgiriyek nedaye. Ewropa ji bo berjewendiyên xwe ye. Ji bo mijara Kurd Ewropa Tirkiyeyê nabe hember xwe."
 
‘Berxwedan bi pêşengiya jinan pêk tê’
 
Mizgîn Ehmed dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku berxwedan bi pêşengiya jinan pêk tê û got: “Yek ji nokteya din ya pevçûna bi hikûmeta Şamê re ji ser jinan tê meşandin. Pêşengê şoreşa Rojava jin in. Jin rol û mîsyona xwe her tim pêk tînin. Gelo hêzên hegemonîk çima heasbên xwe li ser me evqas zêde dikin! Ji be tevgera jinê ye. YPJ xeta me ya sor e. Em tu car teslîmê tu kesî nakin. Ne teslîmê mêr ne jî ya pergalê. Hêza parastina civakê di YPJ’ê de heye. Bêguman hêzên hegemonîk li dijî vê hesabên xwe dikin. Em di hişmendiya vê de ne. Em ê rol û mîsyona xwe bînin cih. Em ê rengê jinê li Rojhilata Navîn di çarçoveya Manîfestoya Civaka Demokratîk de ava bikin.”