ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 14 Çile 2026
  • Rojev
 
*Kadriye Dogan da zanîn ku êrîşên li Heleb û bajarên peravên Sûriyeyê ne tesadufin û got: “Mifteya aştiyê ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê çareserî pêk neyê ev tundî jî wê raneweste.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û gotin êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Helep û Rojava li hember destkeftiyên jinan e û divê demildest ev şer bidawî be.  DÎMEN HEYE
 
*Nûnera PYD’ê ya Ewropayê Mizgîn Ehmed da zanîn ku êrîşên HTŞ’ê li dijî statuya Kurdan û pergala civakî ye û got Tirkiye eşîr û koman li hev sor dike, zextan li Şamê dike. Mizgîn Ehmet got Tirkiye wezîrtiya Şamê dike. DÎMEN HEYE
 
*Bêrîvan Yûnis têkildarî êrişên li ser Şêxmeqsût û Eşrefiyê diyar kir ku divê li Sûriyeyê veguhestineke siyasî ya bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan çêbiba lê belê HTŞ’ê bi hişmendiya Îslama Radîkal bi gotina Allahu Ekber komkujî bi awayekî eşkere kir û got:”Loma em dikarin bibêjin êriş jî planeke sistematik a li ser projeya me ya demokratîkbûnê ye.” DÎMEN HEYE