Dayika Aştiyê: Em ê bi azadiya serokatiya xwe azad bibin
- 09:05 26 Kanûn 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Dayika Aştiyê Adalet Çay da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re wê serî li Wezareta Dadê bidin û got: “Bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo biser nekeve. Em ê bi pêvajoyê ya biserkevin yan jî biqedin.”
Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û her wiha bi daxwaza biçin Îmraliyê li her bajarî daxuyanî dan û gotin aştiyeke mayîn de bi azadiyê pêkan e û ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tê payîn ku Dayikên Aştiyê rojên pêş de serî li Wezareta Dadê bidin.
Dayika Aştiyê Adalet Çay ya di daxuyaniya li Rihayê hat dayîn de cih girt der barê daxwaza hevdîtin û serlêdanê de axivî.
‘Em ê serokatiya xwe azad bikin’
Adalet Çay diyar kir ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û got: “Hîna dewletê gavek navêtiye. Pêvajoyek hat destpêkirin, Abdullah Ocalan çi got gel û PKK’ê pêk anî. Çek hatin şewitandin. Lê deng ji dewletê dernakeve. Bila ew jî pêvajoyê ji gel re bêjin û pêvajo erênî encam bibe. Em azadiya serokatiya xwe dixazin. Em her tim ji bo aştiyê têdikoşin. Bêyî azadiya gelê Kurd aştî ne pêkane. Divê gavên şênber bên avêtin. Komîsyonê raporek amade kir. Lê raporê zimanê aştiyê nedihewend. Em li dijî vê raporê ne. Pêvajo biqede em ê jî biqedin.”
‘Em dixwazin biçin Îmraliyê’
Adalet Çay bi lêv kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Di rojên borî de me bang li wezareta dadê kir. Me daxuyanî da. Yên pêşî li vî şerî bigirin dayikin. Divê wezaret pêşî li me negire. Em dixwazin biçin derdê xwe ji serokatiyê re bêjin. Em ji bo mîtîna 4’ê Çile de bang dikin. Divê xwedî li mîtîngê bê derketin. Em daxwaza aştiyê dubare dikin. Dayikan bedelên giran dan. Azadî bi azadiya serokatiya me pêkane. Divê her kes xwedî li mîtîngê derkeve.”







