ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 10 Kanûn 2025
- Rojev
*Akademîsyena Zanîngeha Off Ferda Fahrîoglu da zanîn ku divê avakirina aştiyê di asta wekheviya zayendî de be û divê jin di hemû qadan de rolek atîf bilîzin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Partiya Volt a Îtalyan Danîela Pattî da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd êdî ne şexsî mîsyonek siyasî ya kolektîf e û got. “Ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hewce bi tifaqên xurt ên navbera gelê Ewropa û Rojhilata Navîn de heye. Peyama Abdullah Ocalan ji bo Ewropayê riyek nû nîşan dide.” DÎMEN HEYE
*Civaknas Ozlem Altinok da zanîn ku sedema tundiyê newekheviya zayendî ye û got bêcezahiştin, polîtîkayên siyasî û çapemenî tundiyê normal dike. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, bi bîr xist ku 10 meh di ser peymana 10'ê Adarê re derbas bûne û hikûmeta Şamê tu gavên berbiçav neavêtine û got: "Em hikûmeteke Sûriyeyê ya amade nabînin ku gavan bavêje. Divê qanûnên nû û diyalogên samîmî werin çêkirin." BI DÎMEN







