Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de ye
- 15:01 25 Cotmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, “Nobeda Edaletê” di hefeta duyemîn de didome.
“Nobeda Edaletê” ya ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Merkez Anadoluyê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê ku tacîza zayendî li 43 xwenedkaran kiriye, dabû destpêkirin di hefteya duyemîn de didome. Di nobeda ku li Kolana Hunerê ya Cizîrê hat despêkirin de dowîzên “Îstismara zarokan rawestîne”, “Burak Ercan bidarizîne”, “Ji bo Rojîn Kabaîşê edalet” hatin hilgirtin û li qadê pankarta “Ne kiryaran lê zarokan biparêzin, ji bo zarokan edalet” û navê Ugur Kaymaz, Cemîle Çagirca, Ceylan Onkul, Mîraç Mîroglu, Nîhat Kazanhan, Huseyîn Selçûk ku di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin. Sekretera Jin a Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim, endama MYK’ê yê SES’ê Denîz Topkan, Platforma Şaxên KESK’ê yên Sêrt, Comelemêrg, Mêrdîn, Bedlîs û Amedê tevî partiyên siyasî serdana nobeta edaletê kirin.
Di çalakiya nobedê de derheqê nobedê de agahî bi sedêran re hat parvekirin û hate diyarkirin ku dê li dijî polîtîkayên bêzakirinê her Şemî nobedê bê girtin. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên ku di serdanê de axivîn bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û têkoşîna hevpar ji bo edaletê.
'Dê têkoşîn bidome'
Sekretera Jin a Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim, axivî û bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û ev tişt got: “Zarok gelek caran hatin mexdûrkirin lê faîl li Stenbolê hat erkdarkirin niha li dibistanekî dixebite. Zarokên li wir bi xetereya îstismarê re rû bi rû ne. Em di dozên îstismarê de bi bêcezakirinê re rû bi rû dimînin. Ev ji polîtîkayên desthilatê yên dijmintiya jina ne cuda ne. Li dijî jinan êrişên cidî rû didin. Peymana Stenbolê jin û zarok diparast. Em bi pêvajoya darazê ya ku îstismara zarokan rewa dibîne re rû bi rû ne. Em vê yekê ji dosayaya Rojîn Kabaîşê dizanin. Em wek Egîtîm Sen em ê pêvajoyê bişopînin. Ji bo avakirina aştiyeke birûmet em ê têbikoşin. Em ê di 20’ê Mijdarê de li vir bin.”
Di nobedê de bi domdarî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Nobedê heta saet 18.00’an bidome.







