
'Em dixwazin ji bo jinan bibin hêvî'
- 09:02 23 Cotmeh 2025
- Tenduristî/Werzîş
Medîne Mamedoglu
AMED - Emîne Akturk û Fadîme Yildiz bi armanca balê bikşînin ser pençeşêra memikan bi bîsîkletan çûn bajaran û bi nexweşên pençeşêrê re hatin gel hev. Emîne Akturk û Fadîme Yildiz wiha gotin: “Ji bo em balê bikşînin ser teşîsa zû û moral bidin kesên dermankirina pençeşêra memikan dibînin em ketin rêyê.”
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê her sal 15 hezar û 800 jin bi rîska pençeşêra memikan re tên rû hev. Di meha cotmehê de di çarçoveya xebatên hişmendiya li dijî pençeşêra memikan li gelek herêman xebat tên meşandin, perwerde tên dayîn, kontrol tên kirin. Emîne Akturk û Fadîme Yildiz jî bi armanca balê bikşînin ser vê nexweşiyê bajar bi bajar bi bîsîkletê digerin û hişmendiyê diafirînin.
Ji bo jinan piştgirî...
Ev her du jinên ku bi vê nexweşiyê ketine û hatine dermankirin, di vê pêvajoyê de bîsîklet ajotine û gotin ev ji bo wan aktîvîteyek baş bûye. Her du jinan tevî dermankirina wan bidawî bûye jî dest ji ajotina bîsîkletê bernedane. Îsal ji Îzmîrê di meha cotmehê de bi armanca balê bikşînin ser pençeşêra memikan ketin rê û di 21 rojî de li dehan bajarî geriyan û piştre hatin Amedê. Li her herêmê ji bo jinan di alî teşhîsa zû û piştgiriyê de dibin alîkar. Her du jin rêwitiya xwe wê li Mêrdîn, Dîlok, Riha û Kibrisê bidomînin.
‘Em dixwazin bibin moral’
Emîne Akturk çîroka destpêka rêwistiya xwe wiha vegot: “Sê sal berê bi nexweşiya pençeşêra memikan ketim. Berê jî min bisîklet diajot. Lê piştî vê nexweşiyê min xwest ez bigerim, xeyalên xwe pêk bînim. Bi piştgiriya doktorê xwe yê ji Komeleya Onkolojî ya 9 Eylulê ez bi hevala xwe re derketim gera Başurê Rohilatê Anatolyayê. Armanca me ev bû em moral û motîvasyonê bidin jinên dermankirina pençeşêrê dibînin.”
‘Em li pey xeyalên xwe hatin’
Emîne Akturk da zanîn ku ji bo bi jinan re bên gel hev derketin vê rê û tevî hemû zehmetiyan şûnde gav navêtine û wiha domand: “Hobî ji bo jiyana mirovan girînge. Me xwest em balê bikşînin ser vê. Ji ber hovî mirovan bi jiyanê ve girê dide û enerjiya jiyanê ye. Ji bo min bîsîklet bû hobiyek ku mirovan baş dike. Em hem sporê dikin hem jî wekî wesayîta veguhestinê bi kar tînin. Em xwe azad hîs dikin. Em dikevin her cihekî, em diçin xwezayê. Em dixwazin bi bîsîkletê hişmendiyê biafirînin. Em ji bo jinan dibêjin ‘li pey xeyalên xwe biçin'.”
‘Rêjeya pençeşêra memikan roj bi roj zêde dibe’
Fadîme Yildiz jî wiha anî ziman: “21 roje em di rê de ne. Em îro li Amedê ne. Sibê em diçin Mêrdînê. Piştre em diçin Riha, Dîlok, Osmaniye, Edene û Hatayê. Bi tabet em dixwazin moral bidin mirovên herêma erdhejê. Em dixwazin hişmendiyê biafirînin û balê dikşînin ser pençeşêra memikan. Ev nexweşî di salên dawî de zêde bû. Berê ji her 8 jinekê bi yekê re dihat dîtin .Niha ev rêje zêde bûye. Em bi jinan re tên gel hev. Dema ew kêfxweş dibin em xwe baş hîs dikin.Em bi vî awayî di riya xwe de bi hêvî dimeşin.”