Qirkirina daran a li Gabarê didome

  • 21:05 19 Îlon 2025
  • Ekolojî
ŞIRNEX – Berovajî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya wekê ‘birîna daran hat rawestandin’, li herêmê qirkirina daran bê navber didome.
 
Li Herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê 5 sale qirkirina xwezayê didome. Her roj talan li qadek nû têkirin. Talana xwezayê di bin navê ‘lêgerîna petrolê’ de tê meşandin û bi hezaran hat hatin birîn. Qadê daristanê hatin tunekirin.
 
Di dîmenên nû hatine kişandin de derket holê ku bi dehan dar hatine birîn, li qadê hatine komkirin û rêzkirin. Piştre jî li TIR’an hatine barkirin û ji navenda bajar tên derxistin.
 
Balkêşe ku serê TIR’an hatine girtin. Li aliyê din Walîtiyê daxuyandibû ku birîna daran hatiye rawestandin.