
Berxwedana bêdawî ya dayik û kurê wê
- 09:03 10 Îlon 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
WAN - Hêviya aştî û hewcedariya aştiyê di çîrokên jinan û eşên li Kurdistanên tên jiyîn de veşartiye. Yek ji van çîroka Hediye Kaçak e. Bi kurê xwe re heman eniyê de têkoşîn meşandiye û tevî hemû êşan dest ji aştiyê bernedaye.
‘Me çû cenaze girt, rûyê wî wisa xweş bû min vekir û maçî kir..’ Ev gotin aydê dayika Aştiyê Hediye Kaçak ku bi kurê xwe re li sînorê Kobanê nobet girte. Hediye Kaçak bi laçika xwe ya spî û gotina aştiyê ya ji ser zimanê xwe ji kirdeyên girîng a berxwedanê ye. Em dibin mêvanê dayika Hediye û li çîroka wê guhdar dikin.
Hediye Kaçak di destpêka axaftina xwe de balê dikşîne ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ û diyar dike ku der barê pêvajoyê de bi hêvî ye û divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.
Hediye Kaçak diyar dike ku ji ber komkujiyên li Kobanê qebûl nekiriye li sînor bi kurê xwe Serhat Kaçak re dest bi nobetê kiriye û ji bo kurê xwe dibêje ‘Ew rêhevalê min bû’.
Kurê xwe ber bi azadî û bêdawîbûnê ve oxir kir
Kurê Hediye Kaçak yê mezin Îskender Kaçak di 2005’an de tevli PKK’ê dibe. Piştî kurê xwe dest bi têkoşînê dike. Kurê wê Serhat Kaçak (Xwînrêj Qurtay) di 2014’an de li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê tevli YPG’ê dibe. Serhat Kaçak beriya tevli bibe bi dayika xwe Hediye Kaçak re li dijî komkujiyan li gundê Mehser a sînorê Pirsûsa Rihayê tevli nobetê dibe. Serhat Kaçak komkujiyên li Kobanê qebûl nake û derbasî aliyê din ê sînor dibe û têdikoşe. Hediye Kaçak kurê xwe oxir dike û nobeta xwe didomîne. Dayika Hediye ku cara duyem diçe sînor vê carê cenazeya kurê xwe digire û vedigere Wanê. Dayika Hediye tevî hemû êşan dest ji têkoşînê berdane.
Bi kurê xwe re tevli nobetê dibe
Hediye Kaçak rêwitiya xwe ya bi kurê xwe Serhat re kiriye wiha vedibêje: “Min nedixwest ew bê. Lê got ‘tu bêjî neyê jî ez ê biçim.’Min qebûl kir. Em bi hev re çûn gundê Mehserê ya sînorê Kobanê. Gelek kes hatibûn. Li sînor têl kişandibûn. Nedihiştin em nêzî têlan bibin. Gotin me bombe kiriye wir neçin. Ji ber vê em nêz nedibûn. Em bi hev re êvarê li malekê man. Bi şev bû Serhat derket û got ez diçin. Min got heta tu neyê ez ê li vir bim. Min çend roja agahî ji Serhat negirt. Me nobet dewr kir û em vegeriyan Wanê. Piştî mehekê Serhat li me geriya. Got ‘em baş in, hemû heval baş in, em ê bi ser kevin.’”
‘Rûyê wî wisa xweş bû min vekir û maçî kir’
Hediye Kaçak diyar kir ku du meh şûnde dîsa çûye qada nobetê û wiha domand: “Di roja sêyemîn a nobetê de agahiya şehadeta Serhat hat . Gotin Serhat birîndar bûye. Me her tişt dabû ber çavan. Serhat her tişt dabû ber çavan. Me ev zilm qebûl nekir. Me çû cenaze girt. Rûyê wî wisa xweş bû, min vekir û ew maçî kir. Me cenaze girt û em hatin Wanê. Ev çîrokek dirêj e.”
‘Bila ev aştî bibe azadiya serokatiya me û gelê Kurd’
Dayika Hediye da zanîn ku gelê Kurd li dijî gelek zor û zehmetiyan têkoşîn meşandiye û wiha dawî lê anî: “Têkoşîna tê dayîn ne bê sedem e. Tevî hemû êşan gelê Kurd di aştiyê de israr dike. Gelek şehîdên me hene. Dîsa jî dayik dibêjin aştî. Bila tu dayik cenazeyê zarokên xwe, birayên xwe hevjînê xwe negirin. Bi sedan dayik agahiya wan ji zarokê wan tune ne. Kurê min yê din 20 sal berê çû. Agahiya min jê tune ye. Wan ev zilm qebûl nekirin. Em aştiyê dixwazin. Bila ev aştî bibe wesîleya azadiya serokatiya me û gelê Kurd. Divê hemû girtî bên berdan. Divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin ser xwe. Serhat hevalê min bû rêhevalê min bû. Bijî serokatiya me bijî aştî bijî jin.”