Ji sendîkayên Fransayê ji bo Şerîfe Mihemedî bang

  • 17:47 4 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkayên karkeran ên li Fransayê û Konfederayona Sendîkayên Navneteweyî ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bang kirin.
 
5 sendîkayên mezin ên karkeran ên Fransayê (CFDT, CGT, UNSA, Solidaires ve FSU) û Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC), bi danezaneke hevpar xwestin ku cezayê darvekirinê yê parastvana mafên karkeran û mafên mirovan Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya Reştê tê ragirtin, were betalkirin.
 
Di danezanê de hate gotin ku Şerîfe Mihemedî tenê ji bo parastina mafên karker û jinan tevli xebatên aştiyane bûye û bi vê sedemê tê darizandin. Hat destnîşankirin ku di dema binçavkirinê de nehiştine Şerîfe Mihemedî bi malbata xwe re biaxive, mafê wê yê telefonê hatiye astengkirin û ji derfetên parastinê bêpar hatiye hiştin. Hat gotin ku Şerîfe Mihemedî tenê ji ber endamtiya xwe ya “Komîteya Alîkariya Birêxistinkirina Karkeran” hatiye cezakirin.
 
Sendîkayan, banga “Divê biryara darvekirinê tavilê were betalkirin û Şerîfe Mihemedî bêşert were berdan.”  Sendîkayan, gotin ku rejîma Îranê rewşa şer ji bo girankirina zextan bi kar tîne û darvekirinê jî weke rêbazekî bi kar tîne.
 
Gelek rêxistinên karkeran ên li Ewropa û Amerîkaya Latîn, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û raportorên taybet ên NY’ê jî piştgirî dan vê daxuyaniyê.
 
Rêxistinên piştgirî dan ev in:
 
“*Mezintirîn sendîkaya karkeran a Spanyayê CCOO,
 
*Konfederasyona Sendîkayên Swêdê LO,
 
*Mezintirîn sendîkaya li Ingilistanê Unite the Union,
 
*Konseya Karkeran a Nottinghamshire ya Ingilistanê,
 
*Komeleya Piştevaniya Navneteweyî ya bi Karkerên Îranê re (IASWI),
 
*Raporterên Taybet ên Mafên Mirovan a Îranê ya NY’ê,
 
*Konfederasyona Karkerên Veguhestinê ya Navneteweyî (ITF),
 
*Sendîkayên karkeran ên serbixwe yên Îranî (Sendîkaya Karkerên Azad a Îranê, Sendîkaya Karkerên Otobûsan a Tehranê, Sendîkaya Karkerên Şekirê ya Haft-Tappehê û Komeleya Mamosteyan),
 
*Teqawid, komên xwendekaran û kampanyayên sivîl (Azadî ji bo Jinan, Kampanyaya Pêşîlêgirtina Cînayetên Rûmetê, Komeleya Nivîskaran a Îranê – li sirgunê ye).
 
Di dawiya danezanê de hat xwestin ku cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn tavilê were betalkirin, hemû parastvanên mafên mirovan bên berdan û rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi temamî ji holê rake.