
Dest xistin ser nameya hevşaredara girtî
- 15:27 21 Tebax 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Nameyek ji Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Arslan a ku li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê ya Bunyanê tê girtin, hatibû şandin, bi hinceta "bifikar e" hat desteserkirin.
Nameyek ji bo Nuriye Arslan, hevşaredara navçeya Akdenîzê ya Mersînê, ku di 10'ê Çileyê de hatibû binçavkirin û qeyûm li şûna wê hatibû tayinkirin û di 13'ê Çileyê de hatibû girtin, hatibû şandin, hate desteserkirin. Sendîkaya Hemû Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUMBEL-SEN) nameyek ji Nuriye Arslan re şand, ku li Girtîgeha Jinan a Kayserî Bunyanê tê ragirtin. Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê name wekî "bifikar" dît û dest danî ser wê. Tê îdiakirin ku di nameyê de "naveroka siyasî û îdeolojîk, daxuyaniyên ku dê ewlehiya saziyê bixin xeterê û moral û motîvasyonê zêde bikin" hebûn.
Her wiha hat ragihandin ku nameyên ku jinên di heman girtîgehê de dixwestin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.