Li Erxeniyê kargeha 'Bîrdoziya Rizgariya Jinê'

  • 15:08 19 Tebax 2025
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê li Erxeniyê kargeha "Bîrdoziya Rizgariya Jinê" li dar xist bal kişand ser pêşengtiya jinan a veguherandina civakê. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya kargehên "Bîrdoziya Rizgariya Jinê" li Erxaniyê bi dirûşma "Bi azadiya jinê re ber bi civaka demokratîk ve" bi jinan re civiya. Hevseroka DBP'a Amedê Ruçem Vefa Elyakut û endama Meclîsa Partiya DBP'ê Gulşen Demîr tevlî kargehê bû. 
 
Di kargehê de fikr û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê azadiya jinê de hat ragihandin û dû re bal kişandin ser pêşengtiya jinan. Piştî parvekirinan kargeh bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Kargeh bi dirûma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.