ROJEVA 08'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 8 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Gotina Simone de Beauvoir ya ‘jin nayê vejîn, mirov dibin jin’ yek ji esasên ku derdixe holê ku cudahiya zayenda biyolojîk bi tena serê xwe newekheviya zayendî nafirîne. Ev îfadeya herî aşkera ya ku koletiya jinan ji aliyê desthilatdariyan ve tê avkakirinê ye. DOSYA
 
*Jinan bertek nîşanê girtina Komeleya Çand û Ziman a Avestayê dan û gotin ew qedexeyên li ser ziman nas nakin û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê wê têkoşînê mezin bikin. DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera DEM Partiyê Gîzem Kuzuk da zanîn ku ligel ku PKK’ê çek danîn hîna jî dewletê gav navêtiye û ji bo aştyeke bi rumet banga yekitiyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Bîlge Çarpici da zanîn ku di qetilkirinên jinan de hiqûq piranî li alî mêran biryaran dide û got: “Ne gumanbar, mexdur tên cezakirin.” BI DÎMEN