
Hevşaredara Peyasê: Em tenê nû nakin, karên mayînde jî dikin!
- 09:12 6 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, xebatên nûkirinê yên li Parka 75’an û Medyayê kontrol kir û derbarê qonaxa ku di xebatan de hatiye bidestxistin de agahî wergirt.
Ji ber ku lênihêrîn û tamîrkirina 7 parkên heyî nehatibûn kirin, welatî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mabûn. Ji bo nûkirina van parkan, gerînendetiya Park û Baxçeyan dest bi xebatên nûkirinê kiriye û ev xebat berdewam in. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, ligel endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran, xebatên li ser parkan, rêyên meşêû sporê, qadên bêhnvedanê, komên lîstikên zarokan û qadên şîn ên li Parka 75’an û Medyayê tên kirin, lêkolîn kirin û derbarê projeyên plankirî de agahî wergirtin.
Hevşaredar Bêrîvan Sîncar daxwaz kir ku xebat bi giranî li ser mayîndebûn, bikêrhatinê, hesasiyeta ekolojîk û estetîka çanda bajêr bêne sekinandin, temamkirin û park di zûtirîn demê de ji bo bikaranîn û xizmeta gel amade bibin. Wê wiha got: “Ji zû ve ye ku di 7 parkên me de xebatên tamîrkirin û nûkirinê nehatibûn kirin. Ji bo gelê me di parkan de bi awayekî baş û ewle wextê xwe derbas bike, xebatên nûkirinê bûbûn pêwîstiyek.”