'Astengiyên li pêş zimanê Dayikê rakin'

  • 09:04 5 Tebax 2025
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Jinên ku girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta şermezar kirin, xwestin ku hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî werin rakirin.
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê di 1'ê Tebaxê de  bi biryara Muduriyeta Bajêr û ya Wezareta Perwerdehiya Millî bi îdaya ku di ruhseta wê de pirsgirêk heye û perwerdeya ziman dijqanûnî dide  hate mohrkirin. Jinan bertek nîşanî girtina komeleyê dan.
 
'Aştî bi vî rengî nabe'
 
Dayika Aştiyê Hediye Korkut, diyar kir ku komele bi îdiaya ruhseta wê tuneye hatiye girtin û got, "Em vê yekê qebûl nakin. Ew behsa pêvajoyek aştiyê dikin, lê ji aliyekî ve komeleyên me digirin û ji aliyê din ve jî me îşkence dikin. Em dixwazin bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û fêr bibin. Em bi Tirkî nizanin. Em aştiyê dixwazin, lê ew tu gavan navêjin. Em vê rewşê qebûl nakin. Aştî bi vî rengî  pêk nayê. Ji ber vê yekê, ew aştiyê naxwazin."
 
 
 
'Ger TRT Kurdî hebe, divê kursên kurdî jî hebin'
Hevseroka Navçeya Karşiyaka ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nerîman Bîrlîkler, mohrkirina komeleyê şermezar kir û got, "Ez vê pêkanînê şermezar dikim, nemaze dema ku li zanîngehên Tirkiyeyê perwerdehiya Kurdî hebe, dema ku kanalek bi navê TRT Kurdî, û dema ku hewldanên ji bo aştî û civatek demokratîk di rojevê de ne pêkanîneke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Aştî di navbera gelên wekhev de dibe. Ew tehemûlî zimanê me jî nakin. Zimanê dayikê mafek e. Ziman û reng nirxên welatan in. Lê di bedêla ku dewlet piştgiriyê bide xebatên ziman asteng dike. Divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin. Zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e."
 
'Gavên yekalî nabin'
 
Ji Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê Rahîme Turan jî diyar kir ku nebûna zimanê dayikê tê wateya tunebûna netewan û got, "Divê di vê pêvajoyê de qedexe pêk neyên. Bi taybetî li ser ziman. Berevajî vê, divê ew piştgiriyê bidin fêrbûna Kurdî. Zimanê me yê zikmakî jiyana me ye û mîna hemû mirovan, ew mafê me yê bingehîn e. Bi mîlyonan kesan ji bo zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran di zindanan de ne û heta mezeelê v gelek kesan jî nayê zanîn. Em vê pratîkê qebûl nakin. Em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Bi rastî, divê dewlet teşwîq bike. Bi vî awayî aştî ne pêkan e, çalakiyek yekalî çênabe; divê dewlet jî gavê bavêje. Em aştiyê dixwazin. Em mohrkirina komeleyê şermezar dikin."
 
'Komele ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin pir girîng e'
 
Sîbel Urul a ku  ji bo fêrî ziman bibe dihat komeleyê jî got, "Ez Kurd im, lê ez wek Tirk mezin bûm. Dema ku komele hate girtin ez pir xemgîn bûm. Zarokên min jî kurdî nizanin. Tenê hevjînê min dizane. Ez vê yekê şermezar dikim. Ez dixwazim zarokên min jî fêrî kurdî bibin. Ew hewl didin ku bi tena serê xwe, bi telefonên xwe fêr bibin. Ev qurs pir girîng bû ji bo min.  Her ku kurs vebin dê zarok bên. Ji bo gelek kesên mîna min ên ku nizanin bi kurdî û dixwazin fêr bibin ev kurs  pir girîng in."
 
'Divê li her derê Kurdî were axaftin ûdibistanên Kurdî werin vekirin'
 
Hevseroka Navçeya Bayrakliyê ya DEM Partiyê Nisbet Ozdilek jî diyar kir ku ew dixwazin zimanê dayikê li her derê azad be û dibistan bên vekirin, lê ew bi sînorkirinan re rû bi rû ne û wiha berdewam kir "Divê em zimanê xwe biparêzin. Zimanê me rûmeta me ye. Ez bang li hemû jinên Kurd dikim ku di nav malbatên xwe û li derve bi Kurdî biaxivin."