Bang li Iraqê hat kirin ku jenosîdê nas bike

  • 16:50 2 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin tor û kampanyayên ku ji bo jenosîdên li Başûrê Kurdistanê hatine kirin, di 11’emîn salvegera fermana Şengalê de, xwestin ferman weke jenosîd bê naskirin.
 
11 rêxistinin, tor û kampanyayên taybet yên di warê enfal û jenosîdê de kar dikin, bi boneya 11’emîn salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya Şengalê de daxuyaniyek weşandin.
 
Di daxuyaniyê de bang li Iraqê hate kirin ku fermana Şengalê weke jenosîd binase û wiha hate gotin; “Divê encamên lêkolîna dosyaya Şengalê ji bo raya giştî were eşkerekirin û hêz û komên çekdar ku di parastina Şengalê de berpirs bûn, bên lêpirsînkirin û dadgeh kirin.
 
Hjer 11 rexistin, tor û kampanyayan daxwazên xwe wiha rêzkirin:
 
“Divê Iraq tazmînata madî û manewî bide qurbaniyên Êzidiyan. Divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û di zûtirîn dem de tevlîbûna xwe ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îlan bike, daku bê zanîn Iraqa îro û berê jihev cudaye. Divê koçberên êzidî vegerin ser cih û warên xwe û alîkarî ji bo wan were dayîn. Pêwîste gorên komî werin vekirin û ji bo aramiyê xebat were kirin. Divê ewlekariya derûnî, civakî û aramiyê ji bo jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, were dabînkirin. Herwiha pêwîste ji bo dîtina jin û zarokên ku çarenûsa wan nayê zanîn, xebat were bilez were kirin. Divê çeteyê DAIŞ’ê yên vegeriyane, nêzî herêmên Şîe werin neyên bicih kirin û rûmeta Êzidiyan were parastin.”
 
Navên rêxistin, tor û kampanyayên ku mohra xwe li binê daxuyaniyê dane wiha ne:
 
Rêxistina Kurdistana Bê Jenosîdê (KWG), Tora Rêxistinên Kurd ji bo Dadgeha Cezayê Navneteweyî Koncicc, Tora IKN ya Kurdistanê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kujer yên li Kurdistanê (OAWMD). Rêxistina Kampanyaya Dadmendiyê-OJC ,Rêxistina Cîhanî ya Çekên Kîmyewî û Biyolojîk-www, Kampanyaya Jiyanê ya li dijî Darvekirinan li Kurdistanê, Kovara Tobzawa, Rojnameya Nugrasalman, Rêxistina Stay ji bo Şehîd û Qurbaniyên Enfalê Kurdoside-Chak Kurdistan